Zarok di medyaya civakî de tên îstismarkirin
09:01
Duygu Erol/JINHA
ENQERE- Îstismara zayendî ya li hemberî zarokan bi lîstikên li ser înternetê jî didome. Kesên ku Facebookê bi kar tînin li ser Facebookê şopdarên vê lîstikê ango bi navê Avataria gihîştiye nêzî 500 hezarî û bi vê lîstikê li hemberî zarokan îstismara zayendî tê kirin.
Di demên dawî de îstismara zayendî ya li hemberî zarokan bi lîstikên li ser întirnetê jî bênavber didome. Kesên ku Facebookê bi kar tînin li ser Facebookê şopdarên vê lîstikê ango bi navê Avataria gihîştiye nêzî 500 hezarî û ji hemû temenan ji xwe re ji bo lîstinê avatarek vedikin û daxilî lîstikê dibin. Piştî medyaya civakî û ekşî sozluk hat rojevê em jî bi navê "Burcu" ketin odeya lîstikê. Dema me temenê xwe di navbera 9-12'an de da nasîn ji aliyê lîstikvanan ve pirsên wekî "li malê tenê yî" "li ser te çi heye" "tu nabî evîndara min" hatin pêşberî me. Piştî ku me daxwaza wan qebûl kir em çûn mala lîstikvan odeya wekî razanê hatiye qebûlkirin em bûn şahidên çawa li ser înternetê jî zarok tên îstismarkirin.
Avatarîa lîstikek çawa ye?
Ji bo vê lîstikê bilîzin tenê hesaba Facebookê hebe bes e. Hûn bi xwe avatarên xwe diyar dikin, ji rengê porê we heta cil û bergên xwe hûn bi xwe hildibjêrin. Lîstikvan ji bo xwe bi yekê re bide nasîn li her derê digere, rûdinê yek bi yek bi herkesî re sohbetê dike piştre we dawetî mala xwe dike. Sohbetên tên kirin ji aliyê lîstikvanên din ve jî tên dîtin.
Îstismar bi lixwe kirina avatarê dest pê dike
Li ser rexneyên medyaya civakî em jî bi navê "Burcu" daxilê vê lîstikê bûn. Dema me avatarê xwe ava dikir îstismara yekem jî hat pêşberî me. Ji rengê por bigirin heta neqandina cil û bergan ne li gorî zarokan e û avatarên tên avakirin divê li gorî wan be tu bişibînî dimenên pornografîk.
(fk/rc)