Zarokên Geverê: Dewletê malên me şewîtand

09:02

JINHA

COLEMÊRG - Zarokên Geverê yên ku ev 50 roj in dibin dagirkirin û dorpêça dewletê de ne ligel qedexeyê dev ji lîstikên xwe bernadin. Zarokên ku ne difarqa şer dene anîn ziman ku dewletê xaniyên wan şewîtandiye.

Zarokên navçeya Gever a Colemergê yên ji ber êrîşên hêzên dewletê di temenê xwe yê biçûk de rastiya şer nas kirin û bi bedenên xwe yên zarokatiyê re hewl didin li dijî zor û zehmetiyên jiyanê li ber xwe bidin, rastiya jiyana xwe bi stiran û gotinên xwe yên biçûk laşê mirovan direcifîn e. Zarokên Geverê yên ku ev 50 roj in dibin qedexeya dagirkirin û dorpêça dewletê de tu qedexeyan nas nakin û li taxên qedexe lîstikên xwe dilîz in. Zarokan anî ziman ku dewletê xaniyên wan şewîtandiye.

'Bi tehlûkeye lê em disa dilîz in'

Zarokê bi navê Cemşît Şahînoglu (9) li dibin dengê top û çekan de li taxa Esenyurdê dimînin diyar kir k udi serî de gelek ji dengê top û çekan ditirsiya û nikarî bû raketa. Cemşît got ku ji ber mamosteyên wan dev ji wan berdan û çûn ew naçîn dibistanê û wiha axivî: "Ev demek dirêj e ku ez hevalên xwe ji ber qedexeyê nabînim. Li Geverê gelek dengê çek û topan tê. Em bi rojan e ji malên xwe dernakevin. Dema ku em ji bo lîstikên derdikevin ber derî jî dayîk û bavên min bilêz bang l ime dikin. Em wekî berê nikarin bilîz in."

Delîla ji mamosteyên xwe sîtemkar e

Delîla Ateş (7)ji ber mamosteyên wan dev ji wan berda û çûn peyamek bi sîtemkarî şand û wiha got: "Piştî qedexe dest pê kir hemû hevalên xwe dur ketim. Li cem me tu heval tune ne. Em nikarin bilîzin. Gelek teqînên mezin çêdibin û pir dengê çekan tên. Em ji ber dengê çekan nikarin rakevin. Carna elektirikên me diçin em ji tarîtiyê gelek ditirsin. Em êdî dixwazin wek berê li kolanên xwe bi hevalên xwe re bilÎzin."

Tu daxwaza Elîfê jî çûyina dibistanê re nemaye

Elîf Terkoglu (12) jî anÎ ziman ku êdî tu daxwaza wê ya ji çûyina dibistanê re ne maye û ev tişt got: " Mala me li taxa Cumhuriyetê bû û em diçûn dibistana wê taxê. Lê niha ji ber qedexeyê em nikarin biçin dibistanê û wek berê waneyên xwe bixebitin. Em bi zorê ji mala xwe derketin û xaniyêen me hatin şewîtandin.

'Dewlet mala me şewîtand'

Zarokê bi navê Onur Ak (7) jî ev tişt anÎ ziman: "Mala me li taxa Cumhuriyetê ye. Em ji malên xwe dur hatin xistin. Dayika min dibêje ku xaniyê me dewletê bi topan şewîtandiye. Êdî xaniyê me tune."

(ho)