Zarokên Şirnexî xeyalên aştî û lîstikên nîvco mayî avadikin

09:14

JINHA

ŞIRNEX - Operasyonên hember Şirnexê vê carê me xwest bi zimanê zarokan diyar bikin. Zarokên ku bi dengê topan ji xew şiyar dibin, xeyalê wan vegera taxêye û pêk hatina aştiyê ye.

Polîtîkayê qirkirinê û koçberiyê a ku ji aliyê dewletê ve li Kurdistanê tê pêk anîn, divê em bi ji aliyê zarokan ve jî bibînin. Xeyalên mezin ên ku bi dop û tangan hatî hilweşandin, bi hêviyê pêk hatina aştiyê û jiyanek arame

'Xwezî aştî pêk were'

Nesrîn Kulter bi gotina "Xwezî aştî pêk hatiba ku pariyek nanê me heba" rastiyek radixîne berçavan. Zelalê ku 10 km wêdetir qadên lîstika wê tê bombe kirin, bîranînê xwe yê li hember Şirnexê wiha tîne ziman, "Min kolanên ku tê de dileyîst terk kir. Ez fêmnakim çima dewlet wiha li me dike. Mirovan ji qehran re dikûjin. Her roj ligel hevalên xwe dipeyivim, min gelek bîra wan kirî. Ji ber Erdogan em ji bajarên xwe hatine dûr xistin. Em li virin û her roj dengê topan tê. Em ji dengê topê bi şev nikarin rakevin û gelek ditirsin. Xwedê belayê xwe li Erdogan bide."

'Ez dixwazim li wan kolanan bazbidim'

Bîşeng Bartana afrîner li her derê qadê lîstikê avadike lê dibêje ku ew dervî kolanên Şirnexê ew kêfê ji leyîstikê nagre û wiha got, "Her roj dengê topan tê me. Qadên me ên lîstikê tev xirab kirin. Ez dixwazim tevî heval û xizmên xwe li wan kolanan bilîzim. Erdogan wiha li me kir û me anî vî halî. Qadên me ên lîstikê ji me standin."

'Erdogan dê bibe sedema mirina pişîka min'

Peldayê biçûk jî wiha qala bêrîkirinê heval û pişîka xwe yê ku li Şırnexê hêştî dike, "Ji ber şer ez ji Şirnexê derketim. Roja ku qedexe danîn me tenê çend tiştê xwe stand û derket ji taxê. Li pişîka xwe gerîm lê min nedît. Ji ber vê neçar mam derêm û li şûn xwe bihêlim. Polîs destûr neda ez hevalên xwe jî derînim. Ez gelek giriyam. Niha pişîka min gelek birçî maye li wir. Erdogan dê bibe sedema mirina pişîka min jî. Êdî bila ev şer bi dawî bibe."

(rc)