Îstismara zayendî ya bi sergirtî berdewam dikir derket holê

09:05

Esra Aydın / JINHA

AMED - Zaroka dibistana navîn U. Z du sal û nîvan ji aliyê mêrên derdora xwe ve bû mexdurê îstismara zayendî. Li dibistanê bi axaftina U. Z a li gel servîsa rehberligê derket holê ku rastî îstismarê hatiye. Girêdayî îstismarê ji 5 kesên ku navê wan derbas dibe 2 jê hatin girtin.

Li Amedê zaroka dibistana navîn U. Z du sal û nîvan ji aliyê mêrên derdora xwe ve bû mexdurê îstismara zayendî. U. Z bûyer ji servîsa rehberligê ya dibistana xwe re vegot, bi wî awayî bûyer derket holê. Di îfadeya U. Z dayî polîsan de diyar kir ku ew du sal û nîvan ji aliyê 5 kesên di temenê wê de bûne rastî îstismara zayendî hatiye. U. Z da zanîn ku tiştên jiyan kirî ji aliyê wan mêran ve hatiye girtina bin qeyîdên vîdeoyan û her dem bi gotinên dê nîşanî malbata wê bidin ew tehdîd kirine. U. Z destnîşan kir ku despêkê ew ji aliyê hevalê birayê xwe ve rastî îstismarê hatiye. U. Z bilêv kir ku piştî wê li dibistanê tiştên jiyan kirî di dibistan û refa xwe de gotiye, êdî ji aliyê zarokên mêrên herî nêzî xwe ve bi awayek sergirtî rastî îstismarê hatiye.

Li ser îfadeya U. Z, ya ku ew ji aliyê kesên binavê A. Ş, N. D., M. A., R. A., Ş. D., rastî îstismarê hatiye, girêdayî bûyerê A. Ş û Ş. D hatin binçavkirin.

U. Z ya ku girtin bin parastinê, diyar kir ku dema malbata wê bi tiştên jiyan kirî bihesin û paşê dê rastî bertekên çawan bê nizane, ji bo wê jî bi metirsî nêzdibe.

(zt)