Li çiyayê Şengalê seyrangeha zarokan
16:22
Arjîn Azadî/JINHA
ŞENGAL - Zarokên dibistanên çiyayê Şengalê li gel mamostayên xwe derketin seyranê. Zarokên derketin seyranê sitran gotin û kêfxweşiya xwe nîşan dan.
Li çiyayê Şengalê Komîta Ziman û perwerde ya Êzidiyên Şengalê zarokên dibistanan li cem kaniya Kerse derxistin seyranê. Nêzî 400 zarokên dibistanên Çiyayê Şengalê bi mamosteyên xwe re seyranek xweş derbas kirin. Koma Çand û Hûnera Çiyayê şengalê jî bi şano û temburên xwe kêfxweşiya zarokan parve kirin. Zarok jî bi stranên xwe tevli dengê bûn. Zarokan bi dilekî gerim sipasiya mamostayan kirin kû di demên wisa zehmet de kêliyên xweş bi wan didin jiyan kirin.
Mamosata Rîham Hesen kêfxweşiya seyranê weha anî ziman; "Ji bo zarokên çiyayê Şengalê me seyranek amade kir. Bi vê bûneyê me xwest zarokan kêfxweş bikin. Em çibikin ji bo van zarokan kême, ji bo ku êş û azara ji fermanê kişandîn ji bîr bikin. Me koma çand û hûnera Şengalê dawet kir ji bo şano û stranan pêşkeşî zarokan bikin û dilê wan xweş bikin."
Şagirta dibistana Ş. Xelef ya Darkê Qewala, Sêvê Evdî Meto jî kêfxweşiya xwe weha anî ziman; "Em gelek kêf xweşin ku hatin vir me hevalên xwe hemû dîtin. Mamostayan em anîn kaniya Kersê, bi rastî kaniyek pir xweşe ez spasiya mamostayan dikim."
Mamosta Faris Eliyas ji bo seyranê weha axivî; "Ev demek bû zarok di perwerdê de bûn. Me xwest wek komita amadekar ji bo zarokan rojek xweş bidin jiyan kirin. Bi vê boneyê li gor derfetên xwe me seyranek amade kir. Cihên kesk, av, dar li ser deruniya zarokan bandoreki erênî dike. Zarok jî pir kêfxweş bûn bi vê seyranê. Nêzi çarsed zarokan hatin vê seyranê."
(zt)