Ez dixwazim bi zimanê Kurdî perwerdehî bibînim'
09:40
Hatîce Kaya/JINHA
WAN- Bi salan e gelê Kurd têkoşîna perwerdehiya zimanê zikmakî didin, lê rastî êrîşên qirkirinê a dewletê tê. Zaroka bi navê Besna Abî bi wesîleyê Cejna Zimanê Kurdî nirxandin kir û anî ziman ku wê dev ji dibistanê tirkan berdaye û got, "Ez perwerdehiya bi zimanê dayîkê xwe dixwazim."
Zimanê Kurdî bi salan di bin zexta dewletê de tine hat hesibandin. Celadet Elî Bedirxan ji bo Kurdî alfabeyek amade kir û bi rêk û pêk kir. Celadet Elî Bedirxan ê ji bo zimanê Kurdî alfabe û pîvanên rastnivîsê diyar kir, di 15'ê Gulana 1932'an de li Sûriyeyê li sirgûnê kovara Hawar weşand. Hawar ji ber ku kovara destpêkê ya bi Kurdî ye, di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e. 15'ê Gulanê roja weşandina kovarê jî ji sala 2006'an û vir ve li tevahiya Kurdistanê weke 'Cejna Zimanê Kurdî' tê pîrozkirin. Bi wesîleyê rasthatina Cejna Zimanê Kurdî zarokên Wanê nirxandin kirin.
'Ez dixwazim bi zimanê kurdî perwerdehî bibînim'
Zaroka 12'e salî Besna Abî diyar kir ku ew ji zimanê Kurdî gelek hezdike û wiha got, "Çar sal çûm dibistana tirkan û bi zimanê tirkî min xwend. Min ji zimanê tirkî tu tiştî fêm nedikir. Ez gelek aciz dibûm. Dema mamoste em hînê waneyan dikir min çi tişt fêm nedikir ji ber ku min tirkî nedizanî. Min jî dev ji dibistanê berda. Li dibistanê bi kurdî qedexebû, ez jî gelek ji zimanê Kurdî hezdikim û dixwazim her bi kurdî bipeyivim. Ez dixwazim bi zimanê kurdî perwerdehî bibînim."
'Ez her tim kurdî difikirim'
Besna bilêv kir ku ew gava ku ji dibistanê derdiket bêhnek azad distand û wiha pêde çû, "Ez bi zimanê xwe di axivim. Dayik û bavên min tirkî nizanin û ez jî zarokê wan im. Em zarokên taxê hemû jî kurdî dipeyivin. Hevalên min yên taxê jî mîna min in. Ew jî di nav malê de kurdî di peyvin. Gava ku diçûm dibistanê bêhna min gelek tang dibû. Dersên min jî qed baş nebû. Min perwerdehiya wan fêm nedikir. Ez her tim kurdî difikirim."
'Em dibistanên kurdî dixwazin'
Besna dexwaza dibistana Kurdî kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez hesdikim biçim dibistanê lê bi zimanê xwe hînbibim. Hemû zarok guh bidin zimanê xwe û qedrê zimanê xwe bizanin. Bila her tim kurdî qese bikin zimanê xwe winda neken. Em dibistanên kurdî dixwazin. Hemû zarokên taxê jî dibistana kurdî dixwzin. Ez niha deme xwe bi gel pezan derbas dikim. Hatina biharê jî ez gel bavê xwe biçin gundan sîyabo sîrk û rêvasan komdikin."
(rc)