Di bernama cejna ziman de zarok bi dilê xwe kêf kirin
17:11
JINHA
AMED - Bi munasebeta 15’ê Gulanê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, KCD’ê û Navenda zarokan a Konseya Bajar ji bo 15’ê Gulanê li Park Orman, taxa Îskenderpaşa a Sûrê û Sûmer Parqê hatin cem hev û ji bo zarokan şahî organîzekirin.
Bi munasebeta Roja Cejna Ziman a Cîhanê li gelek navend û navçeyên Kurdistanê şahî berdewam dikin û KCD’ê û Navenda zarokan a Konseya Bajar ji bo 15’ê Gulanê li Park Orman, taxa Îskenderpaşa a Sûrê û Sûmer Parqê hatin cem hev û ji bo zarokan şahî organîzekirin. Li her sê cîhan ji bo zarokan bername hatin organîzekirin û bername rastî eleqeyek mezin hatin. Ligel zarokan welatiyan jî demên kêfxweş jiyan.
Destpêkê li Park Ormanê bernameyê destpê kir. Zarokan li ser dîka ku hatibû avakirin stran gotin û kêf kirin. Piştre tiştanok ji hev pirsîn û pirtûkên Kurdî hatin belavkirin. Piştî pirtûkan li sahaya sporê golf û futbol hat lîstin. Li zarokan tîşortên bi nivîsa 'Zivonen ko Azad, Cuyeka Azade' hatin belavkirin. Bernameya duyem li Taxa Îskenderpaşa ya Sûrê pêk hat. Palyoço beşdarî bernameyê bûn û ruyê zarokan boyax kirin. Zarokan bi dilê xwe kêf kirin. Ji bi erbaneyên xwe beşdarî bernameyê bûn û stran gotin , govend gerandin. Bernameya din jî li Sumer Parqê pêk hat. Zarokan govend gerandin û stran striyan.
Bernameya din ya şahiyê sibê li Deve Geçîdiye û wê firfirok bên firandin.
(hu)