Şahiya Şagirtan bi boneya bidawîbûna salê
14:36
JINHA
HESEKÊ - Navenda TEV-ÇAND'a Jin a bajarê Hesekê bi wesîleya bidawîbûna sala xwendinê şahiyek ji şagirtên dibistana seretayî re çêkir.
Navenda Çanda û Huner ya Jinê li taxa Miftî ya bajarê Hesekê ji bo şagirtên dibistana seretayî û bi boneya bidawîbûna sala xwendinê şahiyek lidarxist. Di şahiyê de bi dehan zarok amade bûn. Ji bo kêfxweşiya zarokan qeşmerok (playaço) lîstik kirin û li ser rûyê zarokan resim hatin çêkirin. Her wiha çîrokên zarokan ji hêla endamê Navenda TEV-Çand'ê ve ji wan re hatin xwendin. Rêvebera Navenda TEV-Çand'ê Ezîze Naîf diyar kir ku armanca wan ji çêkirina vê şahiyê ew bû ku heyecan û westanê demsala xwendinê li ser zarokan rabe û ew zarokan kêfxweş bikine.
Di dawiya şahiyê de kovarên Mizgîn ên zarokan ji hêla rêveberên TEV-Çand'ê ve ji şagirtên serkeftî re hatin diyarî kirin. Bi kêfxweşiya zarokan û stranên şoreşgerî şahî bidawî bû.
(ee/hs/rc)