Perwerdeya hişyariya bo îstismara zarokan

14:55

JINHA

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi perwerdeya li dijî “Îhmal û Îstîsmara Zarokan” kir, vê perwerdeyê dide zarok û jinan. Piştî perwerdeya li navenda bajêr dê heman perwerde li gundan jî bête dayîn.

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê dest bi perwerdeya “Îhmal û Îstîsmara Zarokan” kir. Perwerde ji jin û zarokan re tê dayîn. Perwerde li Şaxa Ben û Senê ya DÎKASUMê dest pê kir, perwerde danê sibê û piştî nîvro hate kirin û 63 zarokên 4-6 salî ku ji Zarokistanan sûdê werdigirin tevlê dayikên xwe beşdarî perwerdeyê bûn. Perwerde ji aliyê Pispora Xizmetên Civakî ya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê Nihal Bozhan Ozbek, Civaknas Gunay Yakut û perwerdekara Zarokistana Solîn a Şaredariya Rezanê Aynur Ozbay ve hate dayîn. Danê sibê perwerde kom bi kom ji zarokan re hate dayîn, piştî nîvro jî zarok û dayikên wan tevlê perwerdeyê bûn.

‘Mebesta perwerdekaran parastina zarokan e’

Pispora Xizmetên Civakî ya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê Nihal Bozhan Ozbek, der barê perwerdeya zarokîstanên bi ser Şaredariya Mezin û perwerdeya li gundan de agahî dan û diyar kir ku mebesta bingehîn a perwerdeyê ew e ku zarokan ji îhmal û îstîsmarê biparêzin. Nîhal bal kişand ku ji bo vê yekê ew hewl didin pêhesînek çêbe û got, “Me der barê laşê zarokan de, cihên wan ên taybet û destlêkirina qenc û ya xirab ka çi ye, ji zarokan re vegot. Ka zarok dê cihê xwe yê taybet çawa biparêzin, me ev ji wan re vegot.”

Dayik di warê îhmal û îstismarê de hatin agahdarkirin

Nîhal bi bîr xist ku van demên dawîn îstîsmara zarokan gelekî zêde bûye û weha got, “Herî dawî li bajarê me jî îstismar hate kirin. Zarokên diçin pola 1 tûşî îstîsmarê bûn. Ji ber vê yekê divê perwerdeya hişyarkirinê bi awayekî rêkûpêk bête kirin.” Nîhalê, da zanîn, wan hem perwerde daye zarokan hem jî dayikan, heman demê dayik di warê îstismara zarokan û îhmalkirina zarokan de jî ahtin agahdarkirin.

Nîhal destnîşan kir ku di perwerdeyê de wan hem ji zarokan re hem jî ji dayikan re vegotiye ka dê çawa xwe ji îstîsmarê biparêzin û weha got, “Her weha di roja îro de bi telefonên biaqil re înternet berbelav bûye. Wekî her kesê zarok jî bi hêsanî dikarin xwe bigihînin înternetê. Di vî warî de ka divê çawa xwe biparêzin, me ew agahdar kirin. Her weha ka îstismara hestewarî çi ye û îstismara zayendî çi ye, me di vî warî de dayik agahdar kirin.”

Perwerde dê berdewam be

Nîhal bi bîr xist ku ev perwerde dê li Zarokistanên din jî berdewam bike û weha axivî: “Piştî ku me perwerdeya navenda bajêr qedand em ê berê xwe bidin gundan. Di serî de em ê ji Henê û Licê dest pê bikin. Ji bilî vê em ê li gorî daxwazan tevbigerin. Em xwe bigihînin çiqas zarok û dayikan ji bo me ewçendî baş e.”

(rc)