Zarokên Çinarê kilîba xwe ya pêşî kişandin

15:27

JINHA

AMED - Koroya Zarokên Şaredariya Çinarê piştî perwerda 3'ê salan klibên xwe ya pêşî kişandin.

Miduryeta Karên Civakî ya Navenda Çanda Şaredariya Çinara Amedê berî 3'ê sala ji zarokan re perwerda gîtar, erbane û saz ê dayîn destpekirin, xebata zarokan ya profesyonel pêk hat. 18 zarokên ku li qursa perwerdê dibînin, klîba bi navê 'Aşitî ' kişandin. Stran ji şirovên zarokan pêk tê.

Miduryeta Karên Civakî ya Navena Çanda Şaredariya Çinarê Mursel Bahtiyar diyar kir ku di beşa pêşî de divê zarok herin Amedê perwerdê bibînin. Mursel bilêv kir ku zarok bi xwe stranan di hilbijêrin. Mursel got ku dê dema pêşiya wan de ji bo Koroya Zarokên Şaredariya Çinarê xebata albûman bimeşîn in.

(dt/zt)