3000 Zarokên li Peyasê wê avjeniyê bikin

11:58

JINHA

AMED - Şaredariya Peyasê dest bi qeydkirina qursa Birka Avê kir. Dê 3000 hezar zarok bê pere bi vê qursê re wê avjeniyê bikin. Ji ber serlêdana zêde şaredariyê biryara çêkirina 2 birkên avê yên dinê da.

Şaredariya Peyasê sala par dest bi xizmeta birka avê kiribû û îsal jî bi dema nû re dest bi qeydkirina qursê kir. Ji alî 10 mamosteyan dê ji bo zarokên emrê wan 7-14'an kurs bê pere di 15'ê Pûşperê de bê dayîn. Di heman demê de ji alî 10'e mamosteyên birka avê ve wê bên raçavkirin û şopandin û kesên serkeftî dê di nava klûba werzîşê ya şaredariyê de cih bigirin.

Ji bo madeya hişbir û nexweşiya otîzmê kursa taybet

Şaredarî weke sala par ji bo kesên endamê Komeleya Madeya Hişbir û Nexweşiya Otîzmê ne dê her roja pêrşemê qursa taybet bide. Ji ber serlêdana zêde şaredariyê biryara çêkirina 2 birkên avê yên dine da û dike armanc ku sala bê her 2 birkên avê têxe xizmeta zarokan.

(rc)