Ji bo zarokan çalakiyên cûda tê pêk anîn
12:14
JINHA
TIL TEMIR- TEV-ÇAND'ê li bajarê Til Temir ji bo bilind kirina moralê zarokên kesên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane, dest bi "Hemleya Zarokên Şehîdan" kirin.
"Hemleya Zarokên Şehîdan" ku bi armanca bilindkirina moralê zarokên pakrewanan hate dest pê kirin dê 3 mehan bidome. Ev hemle wê di heftiyê de carekê were pêk were. Di yekemîn roja hemleyê de, sinevîziyon û bernameyên pêkenok li navenda TEV-ÇAND'ê ya bajêr ji bo zarokan hatin pêşkêşkirin. Her wiha hate zanîn ku bernameyên vê hemleyê ne tenê ji bo zarokên pakrewanane wê werin dayîn, dê her car saziyek ji bajêr jî amade bibe.
Rêvebera TEV-ÇAND'a bajarê Til Temir Buhar Qamişlo da zanîn ku pêwîstiya zarokan bi moralên bilind heye û wiha got, "Zarok pêşeroja civakan e. Ji bo em jî bikaribin atmosferên pêşketin û kêfxweşiyê ji wan re peyda bikin me xwest ku em vê hemleyê dest pê bikin."
Sinevîziyon bi kêfxweşiya zarokan bidawî bû.
(rh/sş/rc)