Wê kî hesabên Enesan bide?
09:06
JINHA
AMED - Enes Ata yê 7 salî ku li Amedê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû. 10 sal şûndejî li Sîlopiyê Enes Erdem di encama teqînê de kî jiyana xwe ji dest da. Enesê Amedî ji bo bîhna dayika wî jê dihat diçû cem xaltîka xwe hat qetilkirin. Enesê Sîlopiyê jî li navçeya ku pêkanînên OHAL’ê dihat jiyîn, dema li kolanê dilîst hat qetilkirin.
Enes Ata di 30’ê Adara 2006’an de li Amedê di 7 saliya xwe de ji aliyê polîsan ve fîşeka gazê hat qetilkirin. Diçû pola yekê. Di 28’ê Adarê cenazeyê 4 HPG’iyên ku ji 14 HPG’iyên li navçeya Şenyaylaya Muşê jiyana xwe ji dest dabûn, anîn Amedê. Gel daket qadan û li ber Mizgefta Şefîk Efendî payîn. 20 kes kes kom bûn. Cenaze bi dirûşme û sirûdan hatin definkirin. Girseyê piştî vê xwestin bimeşin. Li ber qerekola 10 Nîsanê bi polîsan re gengeşî çêbû. Piştre bûyeran dest pê kir. Wek serhildana 28’ê Adarê derbasî qeydan bû. Gelê Amedê li dijî komkujiyan daket kolanan.
Enes, Îsmaîl û Mahsun hatin qetilkirin
Di 30’ê Adarê de vê carê gelê Amedê cenazeyên kesên di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabûn defin dikirin. Gel ji bo cenazeyan bibin berbi goristana Yenîkoyê ve ketin rê. Li ber qerekola 10 nîsanê dîsa pevçûn destpê kir. Enes Ata (7) û Îsmîl Erkek (8) jiyana xwe ji dest da. Dema lêdana Enes Ata ji aliyê kamerayên wir ve hat kişandin. Di heman deman Mahsum Mizrak yê 17 salî jî hat binçavkirin û malbatê 5 rojan agahî jê negirt.
Bîhna dayika wî jê dihat
Roja Enes hat qetilkirin, bavê wî Selamettîn Ata wiha got: “Roja hat qetilkirin diçû mala xaltîka xwe. Dibistan ketibûn betlanê. Li taxê jî bûyer tinebûn. Min jî destur dayê ku biçe mala xaltiya xwe. Li nêzî mala xaltiya wî cenaze radibûn. Wî jî qelebalix dîtiye û çûye. Yên lêxistin, ji aliyê kesên emir dane ve tên parastin. Zarokekî 7 salî li ber çavê hezaran kesî hat qetilkirin. Ger bixwestana wê kujer hema bidîtana.” Enes beriya mirina xwe 2 sal berê dayika xwe winda kiribû û diçû cem xaltîka xwe ya ku digot bîhna dayika min jê tê.
‘Polîsan dizanibû dikuje’
Dosyaya têkildarî doza qetilkirina Enes û Mahsun de bûn yek lê tevî 10 sal derbas bû jî polîsên tevgera taybet nehatin girtin. Her dim skandal hatin jiyîn. Îdianameya têkildarî mirina Enes Ata de 7 sal şûnde bi biryara dadgeha îdarî ve hat amadekirin.
Efkan Ala têkildarî polîsan de lêpirsîn nexwest
Di îdianameya ku ji aliyê serdozgeriya Amedê ve hatiye amadekirin de jî hat vegotin ku di bûyerên 28’ê Adarê de Midûriyet aŞaxa Tevgera Taybet a Midûriyeta Polîsan a Amedê jî peywirdar bûne. Di îdianameyê de hat gotin ku walîtiyê destur nedaye têkildarî polîsan de lêpirsîn bê vekirin û di encama îtîrazê de dadgeha îdarî destur daye. Waliyê demê jî Efgan Ala bû.
Cilên Enes hatin tinekirin!
Di dozê de pêşketin tinebû û her sal skandalek din li dosyayê zêde dibû. Di doza ku li 1’emîn dadgeha cezaya girana a Amedê hat dîtin de, di 2014’an de di girteka îmhayê de derketholê ku cil û bergên Enes jî hatine îmhakirin. Di 2015’an de di celsey a27’emîn de di nivîsa ku ji Midûriyeta Emanet ya Edlî hatiye de hat gotin ku fîşeka gazê nehatiye dîtin. Di danişîna 12’ê Nîsana 2016’an de jî kesên ku divê wek gumanbar îfadeya wan bihata girtin, wek şahid hatibûn guhdarkirin.
Hevalê wî ji bo Enes her sal firfirokan difirînin
Enes her sal di Şahiya Firfirokan a Enes Ata ku ji aliyê Şaxa Egîtîm Sen a Amedê tê organîzekirin de tê bibîranîn.
Enesê 10 salî jî hat qetilkirin
Li navçeya Sîlopiya Şirnexê jî di 5’ê Nîsanê de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Bi rojan welatî di bin dengê tank û topan de jiyan. Enes Erdemê 10 salî bi hevalên xwe re dilîst. Cîsmek li der teqiya. Enes di teqînê de jiyana xwe ji dest da. Zarokên din jî birin nexweşxaneyê. Cenazeyê Enes piştî otopsiyê rojek berê êvarê anîn ji nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê anîn Sîlopiyê û li goristana Asrî hat definkirin.
241 zarok hatin qetilkirin
Li gorî rapora CHP'ê di dema desthilatdariya AKP’ê de 241 hatine qetilkirin. Di serî de doza Ugur Kaymaz û gelek cînayetên zarokan bê ceza man. Di 2006’an de 18, di 2007'an de 3, di 2008'ande 1, 2009'an de 12, di 2010'an de 14, 2011'an de 31 zarok hatin qetilkirin. Li Roboskê ji 34 kesên hatin qetilkirin 22 heb zarok bûn. Di 2012’an de 10, di 2013'an de 1 û di 2014'an de 3 zarok hatin kuştin. Di mehên ewil yên 2015'an de, li Cizîrê ji 6 kesên mirin 4 heb zarok bûn.
Di hawira pevçûnan de 51 zarokî jiyana xwe ji dest da
Li gorî daneyên ÎHD’ê yên 2015’an de di vê salê de 7 jê zarokên keç 51 zarokî di hawira peçûnên çekdarî de jiyana xwe ji dest dane.
(hu)