Hêviyên Zarokên Şirnexê di kenê wan de veşartiye

09:54

JINHA

ŞIRNEX - Zarokên Şirnexê ku jiyan bi riyên koçberiyê û bombebarankirina kolanên ku dilîzin nas kirin, li tevî hemû serpêhatiyan di nava jiyana koçberiyê de lîstokên xwe û rûyê xwe yê bi ken hêviyên pêşerojê diparêzin.

Zarokên Şirnexê bi êrîşên qîrkirinê re koçberî naskirîn û bi malbatên xwe yên ku koçî derdora bajêr kirine re di konan de jiyana xwe didomînin. Zarokên ku berpirsyariya ji xwe girantir li ser xwe girtîn, di nava kar û barên civakî de jî peywîrê digirin. Zarokên ku nava zor û zexmetiyên jiyana konan de mezin dibin, carna ji tankan avê dikişînin. Di nava berxwedana jiyana konan de ku polîtîkayên koçberiyê ya dewletê pûç kirin, zarok bi vedana konan de û nava kar û barên malê de bi dayik û bavên xwe re hemû xebatan pêk tînin.

Dema ku kar û bar jî nebe zarok lîstokên xwe jî kêm nahêlin. Qada ku ji bo futbolê amade kirîn saetên êvarê dibe qada lîstokên zarokan û carna jî bi motoran li pey hev dikevin. Tevî bombebarana li ser Şirnexê rûyê zarokan ken kêm nabe. Zarokên ligel hilweşandina kolanên lîstokên xwe de bûyîna hêviyên pêşerojê diparêzin.

(WÊNE: DÎCLE MÛFTÛOGLU)

(kom/zt)