Hestên parastina xwezayê zêde dibe

11:20

JINHA

AMED - Qrêşa Zarokîstana Xalxalok ku bin banê Şaredariya Peyasê ya Amedê de xebatê dimeşîne ji bo heskirina zarokan ya xwezayê zêde bibe perwerdehiya xwezahî ya cûr bi cûr dide.

Şaredariya Peyasê ya Amedê li Qrêşa Zarokîstana Xalxalok atolyeya ku vekiriye perwerdehiya xweza, matematîk, trafîk, werzîş û hûnera destan dide. Ji bo heskirina zarokan ya xwezayê zêde bibe, perwerdehiya xwezayî ya cûr bi cûr dide. Zarok li qadên xwezayî yên qrêşê bi vê perwerdehiya xwezayî re hîn bêhtir çalak dibin û hestên parastina xwezayê pêş de dibin. Li qadên xwezayî darên cûr bi cûr, wek şitlên sewze û mêweyan diçînin û ji alî zarokan ve tên parastin. Bi vî awayî zarok kîjan dar çandibe, berpirsiyariya wê darê digire ser xwe û lê xwedî derdikeve.

Derbarê mijarê de Gerînendeyê Karê Çand û Civakî ya Şaredariya Peyasê a Amedê Silêman Beştaş agahî da û weha domand: "Bi vê perwerdehiya me ya kiryarî re heskirina zarokan ya xwezayê hîn bêhtir dibe. Di heman demê de navê daran bi kurdî hîn dibin. Bi vê perwerdehiyê re me baş fahm kir ku hestên zarokan bi vî awayî rihetir pêş dikeve. Êdî li dar û gulê li malê jî xwedî derdikevin û lê dimeyzînin. Ji bo xweşikbûna dinyaya zarok heskirina xwezayê gaveke erênî ye."

(rc)