Kolanên Kobanê veguheriye dibistanê zarokan
09:05
Rebia Êto/JINHA
KOBANÊ - Zarokên Kobanê ên ku piştî betlaneyên dibistanan jî eleqeyek mezin nîşanî xwendin û nivîsa Kurdî didin, kolan ji bo xwe kirine dibistan.
Warê berxwedanê Kobanê piştî ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgar kirin, welatiyên ku neçarî koçberiyê bûne, vegerîn û dest bi înşakirina jiyana nû kirin. Yek ji xebatên înşakirina jiyanê, giranî dayîna perwerdehiya dibistanê û zimanê Kurdibû. Her çiqas bi hatina mehên havînê re betlanayên dibistanê dest pêkiribe jî, zarokên Kobanê kolan veguharandine dibistan. Zarokên Kobanê ên ku piştî betlaneyên dibistanê jî eleqe nîşanî xwendin û nivîsana Kurdî didin, li kolanan hev dicivin û xwe hînê xwendin û nivîsandinê dikin.
Di kolanên Kobanê de mirov rastê komên zarokan tê ku li hev kom bûne û yek ji wan mamostehiyê dike. Zaroka bi navê Culiya Omer ku bi temenê xwe 7 saliye di kolanan de zarokan kom dike, dersên ku dîtiye dide zarokên ji temenê xwe piçûktir. Culiya bi temenê xwe yê biçuk di kolanan de li şûna lîstikan bileyîze, bûye mamosteya hevalên xwe û wan jî perwerde dike. Dema me ji Culiya pirsî tu çima li vir ders didî zarokan Culiya wiha bersiv da me, "Ji boyî dema zarok biçin dibistanê, zehmetî nekişin. Ez dixwazim tiştên fêr bûme hînê wan bikim."
Kolanên Kobanê bûye dibistanên havînî ji bo zarokan.
(hs/rc)