Ji Koroya Arîn Mîrkanê ji bo Zarok Tv stran

09:08

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE-Koroya Zarokan a Arîn Mîrkan a li Edenê jib o Zarok Tv ya hat girtin strana ‘Em Zarok Tv dixwazin’ çêkirin.

Bertekên li dijî girtina kanala zarokan a yekane weşana Kurdî dikir Zarok Tv didomin. Zarok piştgiriyên xwe bi awayên cuda tînin ziman. Koroya Zarokan a Arîn Mîrkan ku di bin bana Navenda Çanda Mezopotamya ya Edeneê de xebatan dimeşîne ji bo Zarok Tv stran nivîsin û gotin. Me bi zarokên koroyê re stran nirxand.

Zarokan pirsa ‘Çima destûrê nadin em bi zimanê xwe xêzefîlman temaşe bikin’ û diyar kirin ku ew her roj ji ser înternetê beşên li ser Zarok TV hatine weşandin temaşe dikin. Yek ji solîsta Koroyê Baran (10)diyar kir ku her sibeh Zarok Tv temaşe dikir û wiha pê de çû: “Ez dixwazim bi zimanê xwe fîlm temaşe bikim. Zarok Tv niha tine em gelek bêzar dibin. Ez xêzefîlmên kanalên Tirkî temaşe nakim.”

Zîlana 11 salî jî destnîşan kir ku wê yekem car xêzefîlmê bi zimanê dayika wê yên Zazakî di Zarok Tv de temaşe kiriye û wiha pê de çû: “Min bi dilxweşî temaşe dikir. Lê ev ji me re zêde dîtin. Em ji bo zimanê xwe hîn bikin wê serî li her rê bidin. Emê asîmîle nebin. Me ji bo televîzyona xwe stranek nivîstî û bi mamosteyên xwe re çêkir. Di demek pêş de emê klîp bikişînin.”

Zîlanê di dawiyê de da zanîn ku ji bo xwedî li çand û zimanê xwe derkevin bang li zarokan kirine ku bên NÇM’ê.

(hu)