Zarok ne xebatê lîstikê dixwazin
09:26
RIHA- Zarokên bi navê Dellal, Sadîr û Ahmet ku ji şerê li Sûriyeyê ev 5 sale berdewam dike, bi malbatên xwe re hatin li Rihayê bi cih bûn, di kar de tên xebitandin û îstîsmarkirin. Ji bo zarokên ku dixwazin biçin dibistanê û bilîzin jiyanek din nayê pêşkêşkirin.
Dellal, Sadîr û Ahmet ji şerê li Sûriyeê bi malbatên xwe re hatin Tirkiyeyê. Temenê her sê zarokan jî 10 e. Zarokên li Rihayê dijîn tên xebitandin. Zarok jî rastiya ku dijîn dizanin. Dellal selpaqan diforşe û gotinên nefretê yên pê re rû bir û tê wiha vedibêje: “Em selpaqan difroşin. Dema em nêzî kesan dibin gotinên nefretê dibêjin. Heqeret dikin, dijûnan dikin. Ez naxwazin dijûnan bêjim. Ji ber yên gelek xerabin. Carna li cihên qelebalix em di bin lingan de dimînin.
‘Cilên me qelaştîne ez gelek xemgîn dibim’
Dellalê diyar kir ku ew naxwaze vî karî bike û di berdewamiyê de wiha got: “Ez jî dixwazim wek zarokên din biçim dibistanê. Cilên me qelaştîne û qirêjin. Ev min gelek xemgîn dike. Em her roj ji bo firotina selpaqan tên vir. Gelek kes li me hêrs dibin. Diqîrin. Lê em dîsa jî neçarin bên vir. Wisa nebe emê birçî bimînin.”
‘Yekane xeyala min dibistane’
Sadîr jî xwişka xwe dixwaze biçe dibistanê û cil û bergên paqij li xwe bike. Sadîr bi lêv kir ku gelek bêriya jiyana xwe ya li Sûriyeyê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li vir zehmetiyên mezin dkişînin. Carna em ti selpaqekî nekarin bifroşin. Dewlet li me mêze nake. Hewa cemidîne. Em dicemidin. Min dixwest ku ez biçim dibistanê û cil û bergên min xweşik bin. Yên min hemû qelaştîne. Ji ber ku em her tim dixebititin em demê nabînin ku bilîzin.”
‘Ez dixwazim her tiştî dilê min diçê bixwim’
Ahmet jî wek Dellal û Sadîr, ev sê sal e li Rihayê dijî. Ji ber nekare biçe dibistanê alava kîlo pîvanê di destê wî de ye û hewl dide qezenca xwe bidest bixe. Ahmet diyar dike ku herî zêde di hewaya cemidî de zehmetiyan dikişîne û ev tişt anîn ziman: “Em ji sibehê heta êvarê li kolanê dimînin. Pereyekî kêm dikeve destê me. Min gelek bêriya jiyana xwe ya berê kiriye. Ez dixwazim vegerim mala xwe. Ez dixwazim li kolanê bilîzim û dema birçî dibim jî heta dikarim xwarinê bixwim.”