Li Til Temirê jin pêşengiya berxwedanê dikin

12:17

 


Sorgul Kobanê/JINHA


TILTEMIR – Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser Til Temir ê gelek jinên ciwan tevlî berxwdanê bûn. Rêxistina Jinên Ciwan yên ku xwe di bajarên kantona Cizîrê rêxistin kirîn banga tevlîbûna nava berxwedanê li hemû jinan kirin û gotin: “Bi armancên tinekirina gel çeteyên DAIŞ’ê êrîşî welatê me dikin. Ji ber wê jî divê em hemû dam, dezga, sazî û rêxistinên civakî xwe bi rêxistin bikin û bi wê berpirsyariyê tevbigerin.”


Piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li kantona kobanê, Til Hemîs û Til Berak binket, vê carê berê xwe dane bajarê Til Temir. Ji 23 heyva şubatê de êrîşên dijwar têne çêkirin, lê li hemberî van êrîşan welatiyên bajar, şervanên YPJ û YPG berxwedaniyeke mezin didine nîşandan. Her weha ji hamû bajarên Kantona Cizîrê tevlîbûna Jinên Ciwanên Şoreşger ji berxwdaniya li bajarê Til Temir çêdibe. Jinên ciwan niha di eniyên şer de, li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin.


Jin banga 'Em welatê xwe biparêzin' dikin


Yek ji jina ciwan yên beşdarî nava refên berxwedanê bûne Rûken Qamşlo. Ruken di derbarê tevlîbûna xwe ya nava refan û li hemberî çeteyan şerkirinê de wiha dibêje: "Em wek tevgera jinên ciwan ji bo parastina welatê xwe, çi bikeve ser milê me emê bikin. Ev bû demek em li bajarê Til Temir ji bo piştigriya şervanên YPG û YPJ bikin, ji bo ku em parastina gelê xwe bikin li virin. Ez bang dikim ku hemû jinên ereb, suryan û kurd bi hev re bi erkên xwe yê parastina cewherî rabin, em welatê xwe biparêzin.”


'Pêdivî bi berxwedaniyeke topeykûn heye'


Ji jinên ciwan yên tevlî nava berxwedanê bûyîn Rojbîn QamIşlo jî da xwiya kirin ku ew ji bo parastina axa xwe û gelên xwe hatine û wiha dom kir: “Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca tunekirina tevayî gelên me, bi ser welatê me de tên. Ji lewma berxwedaniyeke topeykûn ya hemû pêkhateya û saziyan pêwîst dike. Em jî bi vê berpirsyartiyê tev digerin." Rojbîn 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li tevayî hevalên xwe û gel pîroz kir û got: “Bi saya Rêber Apo jinan gavên tekoşînê yê ber bi azadiyê ve avêt.”


Jina ciwan ya di eniya berxwedanê de Zozan Dêrik jî da xwiya kirin ku ewê serkeftena Til Temir di demke nêzîk de ji gelê xwe re raghînin.


(sk/zt)