Ji bo azadkirina jinên êzidî ji destê çeteyan Viyan Daxili banga li NY kir
13:08
JINHA
HEWLER – Parlementera Êzidî Viyan Daxil diyar kir k udi dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Şengalê de 5 hezar û 422 kes ketine destê wan û 4 hezar ji wan jî jinin. Viyan bang li Sekreterê Gişti yê NY a yê Ban Ki – Moon kir û got: “Divê hun di azdkirina jinên êzidî de rol bigirin.”
Parlementera Kurdên Êzidî ya Parlementoya Îraqê Viyan Daxil girêdayî Êzidiyên di destê çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da. Viyan balkişand ser kirinên çeteyan yên der mirovane û da zanîn ku 5 hezar û 422 kes di destê çeteyan denin û ji wan jî 4 sed jinin. Viyan bilêv kir ku kirinên çete ser jinên di destê wan de dikin bi ti kirinê li ti welatan re nikarin bên qiyas kirin. Viyan anî ziman kul i gel tecawîz û hemû cureyên êrîşan li bazarên koleyan difiroşin.
Viyan ji bo azadkirina jinên êzidî bang li Sekreterê Gişti yê NY a yê Ban Ki – Moon kir û got: “Divê hun di azdkirina jinên êzidî de rol bigirin.”
(zt)