Xwendekarên Zanîngeha Selahedin ya Hewlêrê di boykotê denin
13:51
JINHA
HEWLÊR - Du roje ku xwendevanên Zankoya Selahedînê ji ber nediyarbûna pêşerojek pîşeyî zanko boykot kirine.
Nêzî du roje ku xwendevanên beşa zanistên siyasî yên Zankoya Selahedîn a Hewlêrê ji ber nediyarbûna pêşerojek ji bo pîşeya xwe, zanko boykot kirine. Hat zanîn ku wê ev boykot heftiyekî berdewam bike. Derbarê armanca boykotê de xwendevanê bi navê Hêmin Elî axivî û diyar kir projeyasaya diyarkirina pêşerojek pîşeyî ji bo kesên ku beşa zanistên siyasî bi dawî kirine, li parlamenê hate xwendin lê belê heta niha ev proje neketiye bernameya rûniştina parlamenê û nebûye biryar.
(zt)