Ji Desteya Jinan projeyek nû

12:24

JINHA

MÊRDÎN - Desteya Jinên Şaredariya Nisêbînê ji bo xebat li gorî nêrîna jinan berfireh bibe komisyon avakirin.

Desteya Jinên Şaredariya Nisêbînê hewildidin din ava xebatan de jinan zêde bikin û bi nêrîna jinan kar berfireh bikin. Di civîna Desteya Jinan de Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî amade bû. Li gorî bernameya Desteya Jinan di herêmên ekonomî, ekolojî, civakî û parastinê de dê komisyonan avabikin.

(zt)