'Roja duşemê perwerda tenduristiya jinan' despêdike
10:30
Ceren Karlıdağ/JINHA
İZMİR - Bi pêşengiya Derunasa Cıvata Jinên Komeleya Muzîsyenên Îzmîrê Arife Gokçeoglu Bernama Perwerda Tenduristiya Jinan hat despêkirin. Dê di 13 hefteyên bernama perwerdê de bi alîkariya dîmenên dîtbariyê agahiyên giştî bên dayîn. Arîfe diyar kir ku tevlîbûna jinan ya bernamê giringe dê jin zêdetir bedena xwe binasin.
Bi pêşengiya Derunasa Cıvata Jinên Komeleya Muzîsyenên Îzmîrê Arife Gokçeoglu Bernama Perwerda Tenduristiya Jinan hat despêkirin. Dê di 13 hefteyên bernama perwredê de ser gelek mijarên gişti yên weke zayendîtî, paqijî û li xwe nêrînê bên dîtin. Tenê jin dikare beşdarî bernama bi giştî bê muçe hatî amadekirin bibin. Hîna qeyîdên xebata ÎMD'ê ya her roja duşemê saet di 19.00'an de bê dayîn berdewam dike. Di perwerda bê muçe ya 13 hefteyan berdewam biki de dê dawiyê jin sertifikên xwe bigirin.
'Ji bo bihêz bûna jinan dêvê bedena xwe nas bikin'
Arife anî ziman ku armanca wan ya herî giring tenduristiya jinane û wiha domand: "Ji ber di welatê me de mixabin bi qasî tê xwestin agahiyên ser tenduristiya zayendiyê û agahiyên gişti yên tenduristiyê nîne. Em hewildidin xwe bigihînin hemû jinên ji kesîmên cuda yên xwediyê bawerî, ziman û rengên cuda û agahiyan par bikin. Emê di perwerdê de despêkê girêdayî bedenê û naskirina bedenê agahiyan bidin."
(zt)