Li Wanê tekoşîna hemberî şidetê berdewam dike
17:10
JINHA
WAN - Kongra Jinên Azad (KJA) yê li Wanê di 1'ê nîsanê de bi duruşma "Emê jiyana jinan rêxistin bikin, civaka ehlaqî-polîtîk avabikin" dest bi kampanyeya li hemberî şideta ser jinan kirin. Di çarçova kampanyayê de li navçeyên Saray û Qelqeliyê ji bo jinan civîn çêkirin.
Li avahiya navçeya DBP'ê ya Qelqeliyê ji aliyê KJA yê ve ji jinan re civîn hat çêkirin. Di civîna ku gelek jin beşdar bûn de Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahin, Cîgira Hevseroka Navenda HDP'ê ya Wanê Umran Kurt, Endama Koordinasyona Kampanyayê Nazmiye Acar li gel Civaknasa Navenda Jiyana Jinan Rojîn Ruken Ozdemir jî beşdarbûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane despêkir. Paşê jî Nazmiye Acar axivî û balkişand ser şideta ser jinan berdewam dike. Civaknas Ruken Ozdemir jî anî ziman ku divê bi berpirsyariya pêvajoyê jin rolên xwe yên civakî bizanin. Civîn bi nîqaşên jinan dawî bû.
Li navçeya Sarayê jî bi pêşengiya KJA yê ji bo jinan civîn hat çêkirin û di civînê de balhat kişandina ser berdewamkirina şideta ser jinan. Civîna ku jinan eleqeyek mezin nîşandan bi pirs û bersivan dawîbû.
(zt)