Tevlîbûna nava refên hêviya jinan YPJ'ê zêde dibe

09:52

Bêrîtan Elyakut/JINHA

KOBANÊ - Her roja diçe tevlîbûna nava refên YPJ'ê ya bûye hêviya hemû jinên cîhanê zêde dibe. Endama YPJ'ê Ronahi Jiyan ya k udi konferansa îlankirina YPJ'ê de jî cîh girtî wiha dibêje: "Me bi tilîliyên xwe êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şikandin. Min wê demê zanî ku jina azad dikare li hember hemû nêzîkatiyên kevneperest tekişînê bilind bikin."

Tevîbûna nava refên YPJ'ê yên li heber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedanek dîtokî didin meşandin zêde dibe. Îlana avakirina YPJ ya ku bala hemû jinên cîhanê kişandiye ser xwe di 4'ê Nîsana sala 2012'an de hat dayîn. Di biniya YPG'ê de rolên pêşengiyê digirtin û di eniyên pêş de cîh digritin. Endama YPJ'ê Ronahî Jiyan sedemên tevlîbûna xwe ya nava refên YPJ'ê wiha tîne ziman: "Hêzên YPG'ê her dem civîn çêdikirin û jinên ciwan beşdarî nava xebatan dikirin. Di civînan de her dem nîqaşên ser felsefa Rêber Apo û nêrîna li jinan dihatin kirin. Dema ku ez beşdarî civînan bûm, min Rêber Apo hîskir û tevlî xebatan bûm."

'Me gava rizgariya ji koletiyê avêt'

Ronahî da zanîn ku berê jin weke kole jiyan dikirin û wiha got: "Ji bo ku em tekoşîna Rêber Apo ji bo jinan dide nebûnin, em di mal de digritin. Di perwerdeyek 15 rojan de em hînbûn ku Rêber Apo ji bo azadiya hemû jinên cîhanê tekoşîn kiriye û hîna jî berdewam dike. Min hîs kir ku jin jî xwediyê vîn, reng û gotinê ye. Piştî perwerdê ez çum gel malbata xwe û min niyeta xwe ya tevlîbûna nava YPG'ê ji wan re ragihand û bi alîkariya wan beşdar bûm."

'Bi tilîliyên xwe me êrîşên DAIŞ'ê şikandin'

Ronahiya ya 4 salin din ava refên YPJ'ê de cîh digire wiha domand: "Weke jin di şerê Kobanê de me cîh girt. Me bi tilîliyên xwe êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şikandin. Wê demê min zanî ku jina azad dikare li hember hemû ferasetên paşdemayî şer bikin. Jin çî tişta bixwaze dikare bike."

(zt)