Xelata Aştiyê ya Îbrahîm Ehmed hat dayîna YPJ'ê

15:51

JINHA

SILÊMANÎ - Her sal Xelata Aştiyê ya nivîskar û helbestvanê navdar Îbrahîm Ehmed tê dayîn. Îsal jî xelat hat dayîna şervanên YPJ'ê. Ser navê şervanên YPJ'ê Nesrîn Temir xelat wergirt. Nesrîn derbarê wergirtina xelatê de nirxandin kir û bang li hemû jinan kir ku li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hêza xwe ya cewherî mezin bikin.

Her sal bi navê Nivîskar û Helbestvan Îbrahîm Ehmed 'Xelata Aştiyê ya Ehmed' tê dayîn. Îsal jî xelat hêjayî şervanên YPJ'ê hat dîtin. Ser navê şervanên YPJ'ê Nesrîn Temir xelat gir. Nesrîn girêdayî giringiya wergirtina xelatê axivî û wiha got: "Ez Îbrahîm Ehmed bi rêzdarî bibîrtînim. Îro ev xelat li ser navê wî hatiye dayîn. Mirovek zana û rewşenbîr bû. Ew di vê baweriyê de bû azadiya gelê kurd bi yekîtiya netewî misoger dibe. Di vê mijarê de gelek ked û hewldanên wî çêbûn . Ji bo wê, ew ji me nirxeke mezine. Ez sipasiya Hêro Xan jî dikim ku em vexwendin vêderê.”

'Divê jin xwe bi hêza parastinê bi rêxistin bikin'

Nesrîn balkişand ser dijminahiya DAIŞ'ê ya li hember jinan û wiha axivî: “DAIŞ berê her tiştî dijminê jinane. Ji ber ku jin çavkaniya jiyanê ye. Çavkaniya civaka azade. Ji bo wê jî herî zêde êrîşî jinan dike. Jin neçare li hember van êrîşan xwe biparêze. Jin neçarin hêzên xwe yên parastina cewherî ava bikin. Bêguman parastina tenê bi çek nabe. Parastin bi yekîtî û rêxistinê pêkane. Ji bo ku em komkujiyek wek ya Şengalê jiyan nekin pêwîste em xwe biparêzin. Îro DAIŞ e, dibe ku sibe hêzek din derbikeve. Îro li Rojava ye, dibe ku sibe li devereke din a Kurdistanê derbikeve. Her mirov, jin, tax û bajar neçare parastina xwe ya cewherî birêxistin bike. Ji bo aştiyê jî parastina cewherî şerte. Şehîd Rengîn û Şehîd Nigar li Başûr di vê mijarê de sembolin.”

Nesrîn bang li jinên cihanê kir ku li hember deshilatiyê hêza xwe bikin yek û wiha berdewam kir: “Divê herkes piştgiriyê bide şoreşa jinan, ji ber ku jin ne tenê dikarin xwarinê çêkin û zarokan xwedî kin. Careke din hate îspatkirin ku jin hêze û dikare bibe îrade. YPJ mînaka vê ya herî ber bi çave.”

Sala derbasbûyî Xelata Aştiyê ya Îbrahîm Ehmed hatibû dayîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.

(zt)