Bermal Amargi: Viyan hem hunermend hem jî şervan bû

12:28

Bêritan Elyakut-Cahide Harputlu/JINHA

KOBANÊ - Berman Amargi ya ku salên demdirêj li gel Viyan Peyman bi hev re di nava refên YPJ'ê de şer kirîn Viyan wiha anî ziman: "Heger hun bêjin Viyan vebêje; ew hem hunermend û hem jî şervan bû." Bermal karekterê Viyan weke 2 xalên sereke wiha cudakir: "Di serî de Viyan dixwest hunera xwe bi disiplîna leşkerî bide jiyandin. Ya duyem jî sekna wê ya divê ti şervan aliyên xwe yên hunerî ne veşêrin, ji ber wê her du aliyên huner û şer ji hev cuda ne didît."

Şervana YPJ'ê Viyan Peyman ya ku di dema şerê Kobanê de bi milê wê ve çek hemû şer dikir û hem jî bi dengbêjiya xwe moral dida hevalên xwe di 6'ê nîsanê de di şerek yê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Viyan hemû texrîbatên şerê li Kobanê berdewam dikir bi dengbêjiya xwe ji tevahî cîhanê re radigihand. Hevala Viyan ya hem weke şervanek jîr û hem jî bi dengê xwe yê zelal dihat nasîn Bermal Amargi ya ku dem dirê bi hev re di nava refên YPJ'ê de cîh girtine Viyan vegot. Bermal diyar kir ku bi çelengiya wê ya di nava şerê Kobanê de bi çend hevokan nikare bê ziman û wiha domand: "Viyan hem bi dengê xwe û hem jî bi şerê xwe her dema derbasdibû pêşketinên mezin çêdikir. Viyan nîşanî me da ku em her çendî şervanin, li gel wê jî divê em giringiya çand û hunerê her dem biparêzin."

'Di sitiranên wê de êşên gel hebû'

Bermal da zanîn ku di sitiranên Viyan de êşên gel hembûn û wiha berdewam kir: "Viyan hem hunermend û hem jî di aliyê şer de pêşengek bû, ev helwesta wê bi her kesê re heyîranbûnek dida çêkirin. Dema ku min li wê dinêrî ew serweriya xweşikbûna giyana wê ya ser bedena wê dihat dîtin. Dema ku mirov li hinek hunermendan dinêre mirov dikare wan gelek seranser û tenê weke giringî dana fîzîkiya xwe bibîne. Lê Viyan ew sinca ji rêxistinê girtî di hemû jiyana xwe de dida nîşandan."

'Viyan digot 'disiplîna bedena kes bandorê ser giyan dike''

Bermal derbirî ku wan dikarî kesayetiya jina şervan û duzena wê di Viyan Peyman de bibînin. Bermal bilêv kir ku ji ber ew giyana bedew û kesayeta wê ya cuda pir bi lez mirov ber bi xwe ve dikişand, ji ber wê jî Viyan ji aliyê her kesê ve pir dihat heskirin. Bermal anî ziman ku Viyan perwerde dida, her demê ew li her kesê dipirsî, ew bê ferq û cudahîbû. Bermal da zanîn ku Viyan ji kesên serê wan vala û ne xwediyê disiplîna jiyanê nerihet dibû û wiha dom kir: "Viyan ji bo me digot 'disiplîna bedena kesan ser giyana wan jî serweriyê dike.' Viyan ber me de kedek pir mezin dida."

'Ji hev qetandina şer û hunerê ji bo Viyan nedibû'

Bermal diyar kir ku yên despêkê Viyan didîtin weke ku gelek hişk dixwiya, lê piştî demek pêre derbaskirinê dihat dîtin ew xwediyê giyanek çawan nazik û hestên pake û wiha axivî: "Di kesayeta Viyan de du xal serwerbûn. Ya despêkê bi disiplîna leşkerî jiyandina hunerê. Ya dinê jî divê ti şervan aliyên xwe yên hunerê neveşêrin ji ber şer û huner ji hev cuda nedigit. Ji hev cudakirina wan ji bo Viyan ne gengazbû."

'Viyan kesayeta xwe ya şervan bi hunerê diparast'

Bermal da zanîn ku ji ber Viyan di ferqa hevtemamkirina şer û hunerê debû, ji ber wê her du bi hev re dida jiyandin û wiha domand: "Gotinek ya Rêber Apo ya wiha heye 'Gul xwe bi sitiriyên xwe diparêze.' Viyan jî kesayeta xwe ya şervan bi hunera xwe diparast. Viyan ticarî daxwazên xwe yên ji bo çuna xebatên çand û hunerê nedigot. Ji ber wê di nava pratîkê de kesayeta xwe ya hunermend pêşde dibir."

'Viyan sitiranek ya germiya şer vedigot nivîsî'

Bermal bilêv kir ku di dema germahiya şerê Kobanê de Viyan çepera xwe berneda û di çeperê de sitiranek ya germahiya şer vedigot nivîsî û bi sitiranên xwe texrîbatên şerê Kobanê vedigot û wiha berdewam kir: "Viyan bi stiranên xwe germahiya şerê Kobanê vedigot. Bi sitiranên xwe bala hemû cîhanê dikişa ser şerê Kobanê. Gelek giringe ku hemû cîhan kesayeta Viyan ya hem şervan û hem hunermend binasin. Hemû cîhan bi sitiranên wê şahidiya texrîbatên şer kirin."

'Ew hem şervan û hem hunermend bû'

Bermal wiha axaftina xwe dom kir: "Heger hun kesayeta Viyan bipirsin ezê bêjim; ew hem şervan û hem jî hunermendbû." Bermal da zanîn ku Viyan bi qasî hilgirtina berpirsiyariya tekoşîna gelan ewqas jî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve girêdayîbû. Bermal destnîşan kir ku ji bo tevlîbûna jinan nava refên YPJ'ê Viyan bi hunera xwe û disiplîna xwe ya jiyanê giringbû û wiha pêde çu: "Tekoşîna Viyan ji bo azadiya ji rola civakê ji bo jinan dayî diyarkirin bû. Viyan nîşana wê ye jin hem dikarin şerbin û hem jî karê hunerê bi rêve bibin. Viyan ji Rojhilatê Kurdistanêye û li hemberî nêzîkatiya Îranê ya li jinan serî hildaye."

'Viyan li hember bê moraliyê bû'

Bermal gotin û nêzîkatiyên Viyan wiha bi bîrxist: " Viyan her dem wiha dipeyîvî: 'Gel di nava zilmêdene, Rêber Apo di nava çar dîwaran dene, ezê çawan di vê rewşê de şer bihêlim û biçim bi karê hunerê ve mijul bibim.' Dema wê hevalek bê deng ya hî bê moral didît hema xwe digihand gel bi henekên wê her der qerebalix dibû. Cihê Viyan lê bana bê moralî ne gengazbû. Ew li her derê bi ken û moralbû û ev dida derdora xwe jî."

'Divê jin kesayeta Viyan bingeh bigire'

Bermal wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şihadeta Viyan em hemû bandor kirin. Lê ji niha û pêde emê çawan heval Viyan bidin jiyandin giringe. Em aramc dikin di hevaltî, şer, disiplîn, kenîn, her zor û zehmetiyên jiyanê de heval Viyan bidin jiyandin. Ne tenê heval Viyan em hemû hevalên xwe yên gihiştine şihadetê bi şêweyê herî rast didin jiyandin." Bermal bang li hemû jinên ciwan kir ku kesayeta Viyan ji bo xwe bingeh bigirin û di her navendên jiyanê de xwe bi disiplîn bikin. Bermal da zanîn ku divê şervanên nava refên YPJ'ê de cîh digirin tenê ne di aliyê leşkerî de xwe pêşbixin û wiha got: "Dema ku aliyên xwe yê şer didin pêş divê aliyê xwe yê hunerê paşde nehêlin. Di nava şer de jî huner dikare bi awayê herî baş xwe bide jiyandin, em dikarin ji bo wê kesayeta heval Viyan ji bo xwe mînak bigirin."

(zt)