Li hemberî televîzyonên kurd êrîşa sîber
13:08
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li hemberî navenda produksiyonê ya Stêrk TV, Med Nûçe, Ronahî TV û Radyoya Mezopotamyayê êrîşa sîber pêk hat.
Li hemberî navenda produksiyonê û derdora wê ya Stêrk TV, Med Nûçe, Ronahî TV û Radyoya Mezopotamyayê ku li bajarokê Belçîka Denderleeuw e, êrîşeke sîber pêk hat. Di encama êrîşa bi voltajeke xurt a elektrîkê de, qebloyên avahiyê heliyan û şewitîn.
Weşanên zindî yên televîzyonên Kurdan, ji ber vê êrîşa sîber sekinînin.
Komên arkuj û servîsên teknîkê yên elektrîka li herêmê qut kirin, ragihandin ku tevî vê qutkirinê jî di xetan de hînê voltajeke bilind heye û êrîşa sîber piştrast kirin. Ekîbên şaredariyê xebatên xwe dewam dikin.
(zt)