Fîgen Yuksekdag: Jinan dest dan ser siyasetê
13:32
JINHA
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku HDP li hemberî yekparastî, dîktatorî lîsteya aşîtî û biratiyê çêkir û wiha got: "Gelên Tirkiyeyê HDP çemek in li ber vî çemî tu bendav û kelepçe nikarin bibin asteng."
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji ber zêdebûnê incax seat di 10.40'an de tevlî civîna danusandina namzetan bûn. Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bi çepik û dirûşmeyan ketin salonê. Di salona civînê de bi kurd, tirkî erebî, ermenî û suryanî anons hatin kirin. Ligel 550 namzetên HDP'ê hene lê ji ber eleqeya welatiyan girse derve ma. Civîn bi plaket dayîna ji wekîlên berê re dest pê kir. Di civînê de plaket dan xizmên Şerafettîn Elçî û Murat Bozlak ên jiyana xwe ji dest dan.
'Pêşeroja ronî di lîsta HDP'ê deye'
Piştî danusandina fîlîm û starana HDP'ê ya hilbijartinê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku weke zarokekî hêviya hemû civakê mezin kirin û wiha got: "Namzetên HDP îro dide nasîn hêviya hemû Tirkiyeyê ne." Yuksekdag anî ziman ku têkoşîna namzetên HDP'ê ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve baş tê nasîn û wiha axivî: "Di vê lîsteyê de karker, karmend, akademîsyen, jin, xwendekar, mamoste û ji her derdorê kes hene. Di vê lîsteyê de jin û zilamên ji bo wekheviyê têkoşînê dikin hene. Yên qadên jiyanê teslîmê mêtingeran nakin hene. Di nava van namzetan de mafdarî û hêza me heye." Yuksekdag da zanîn ku desthilatar hevibirên HDP'ê fêm nakirin û wiha axivî: "Çawa heya niha me ev tabloya dewlemend derxist holê em dê vê tabloyê ji tavahî Tirkiyeyê re pêk bînin."
Fîgen bilêv kri li hemberî zextên siyaseta yekparêziyê lîsteya HDP'ê alternatîf e û ev hêz û cudahî di tu partiyê de tuneye.Fîgen destnîşan kir ku di lîsteya HDP'ê de dayîka zarokê xwe di nava gerîla de winda kir û dayîka zarokê xwe li leşkeriyê winda kir heye û wiha got: "Hêza ev yêk anî cem hev siyaset desthilatdar fêm nake. Hêza xizmên gerîla û leşker bîne cem hev di HDP'ê de heye. Ev yêk hêza aştî û têkoşînê ye. Hêza HDP ya dê aştiya Tirkiyeyê pêk bîne. Heke hûn bixwazin Tirkiyeya kevin ji holê rabikin û ya nû ava bikin ev hêz di nava we de ye. Lîsteya HDP'ê li hemberî kesên dibêjin 'Ez dê bibim serok' e û dê demokrasiyê pêk bîne."
'Emê nûneriya hêza hevbeş bikin'
Fîgen diyar kir ku lîsteya HDP'ê li hemberî siyaseta faşîzan nûnertiya hêza yekîtiya Tirkiyeyê û wiha got: "Em dê starana aştiyê ya partiya xwe li hemberî dîktatoriyê bînin ziman. Em dê bi vê lîsteyê siyaseta heyî têk bibin. Gelên Tirkiyeyê û HDP çemek e û tu bendav û kelepçe li hemberî vî çeme xwe nagirin. Em dê di hilbijartina 2015'an de hemû bendavan têk bibin û kelepçeyan bişkênin."
'Em dê riya xwe berdewam dikin'
Fîgen anî ziman ku cuhdahiya HDP'ê hêza jinê û azadiya wê heye û wiha pê de çû: "Di hilbijartina 2015'an de jinan dest danî ser siyasetê. Ev lîste nîşaneya vê yêkê e." Axaftina Fîgen bi dirûşmeya "Jin Jiyan azadî" hate birîn. Yuksekdag axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bêguman tiştên herî baş me nekirin, kêmasiyên me hene lê em dê bi vê coşê bêjin, kêmasiyên me çi bin bila bibin em dê riya xwe berdewam bikin. Em dê bi hêz xwe bi HDP'ê ve bigirin û bimeşin."
(zt)