Jinên xwestin doza îstismara zayendî bişopînin rastî êrîşê hatin
15:28
JINHA
İZMİR - Li navçeya Bergama ya Îzmîrê doza E. A ya 14 salî ku ji aliyê Ali Kiliç û Rasim Kocabaş ve rasît îstismara zayendî hatî hat dîtin. Dema ku jinan xwestin beşdarî dozê bibin rastî astengiyan hatin û ji aliyê polîsan ve hatin darb kirin. Ser de jî jinên çalakiya rojiştinê pêkanîn ji aliyê polîsan ve ratî êrîşên bi pihîn, zele û copan hatin.
Li navçeya Bergama ya Îzmîrê 8'emîn runiştina doza E. A ya 14 salî ku ji aliyê Ali Kiliç û Rasim Kocabaş ve rasît îstismara zayendî hatî hat dîtin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran ya Bergama yê hat dîtin. Beriya runiştina dozê jinan li ber dadgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Despêkê jin li ber Nûneriya Egitim Sen a Bergamayê hatin gelhev û heya ber dadgehê meşiyan. Di meşê de jinan duruşmên weke "Bijî hevgirtina jinan", "E. A li ber xwe bide jin li gel tene", "Ne dada mêran dada rastî" û "Dê jin ji tecawîzkaran hesab bipirsin" hatin bilind kirin.
Jin nehatin girtina runiştina dozê
Dema ku jin gihan ber Edliyê rastî barîqata polîsan hatin. Jinan ev rewşa polîsan bi duruşmên weke "Polîs derkevin qad yên mene" û "Tecawîzkaran neparêzin û nebin hevparê suc" bilind kirin. Di wê navberê de parêzerê tecawîzkaran ket hindirê edliyê. Dema ku jinan bertek nîşanî parêzer dan, rastî mudaxeleya polîsan hatin. Piştî nîqaşek demî runiştina dozê despêkir. Polîsên li ber edliyê barîqat danîn ji derveyî parêzera E. A Bîrgul Degirmenci û xizmên wê kes negirtin hindir. Jinên ku polîsan negirtin hindir bertek nîşandan û xwestin barîqatê rakin. Di wê navberê de polîsan êrîşî jinan kirin û ew derb kirin. Jinên ku dest bi çalakiya runiştinê kirin ji aliyê polîsan ve rastî pihîn, zele û copan hatin.
Êrîş berdewam dike.
(zt)