Jinên Cizîrê li hember îşkala mêran dest bi çalakiyan kirin

12:44

JINHA

ŞIRNAK - Jinên Cizîrê îşkalkirina mêran ya rê û derîncan protesto kirin. Di çalakiyê de Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret axivî û diyar kir ku jin jî dixwazin bi rehetî li vî bajarî bijîn, heya ku îşkala mêran ya ser bajar berdewam bike dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi pêşengiya Platforma Jinan ya Cizîrê jinan îşkala mêran ya ser rê û derîncan protesto kirin û lig elek deverên Cizîrê belavok belavkirin. Jin li yek yek qehweyan geriyan, kursiyên mêran yên ser derîncan rakirin û çalakiya runiştinê li darxistin. Di çalakiyê de Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret axivî. Leyla anî ziman k udi vî bajarî de marê her kesê yê rehet jiyan kirinê heye û wiha domand: "Ji bo pergala îşkala derîncan bê rakirin ev saleke em dixebitin. Di vî bajarî de jin, zarok, berasteng û bi her awayî mirov dijîn, lê ji ber van derîncan xwe rehet hîsnakin. Ji bo ku hevalên me me têbigihin emê her hefte du caran li qehweyan bigerin û çalakiya runiştinê pêkbînin."

Dê jinên Cizîrê her hefte rojên şemî û çarşeman li cihên dibin îşkala mêran de çalakiya runiştinê pêkbînin.

(ma/zt)