Dayîka Uveyş li Mexmûrê hat bîranîn

13:14

JINHA

MEXMÛR - Li wargeha penaberan a Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Dayîka Uveyş bi merasimekê hat bîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê ya wargeha penaberan a Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) ê dayîka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Dayîka Uveyş bi merasîmekê hat bîranîn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane despêkir. Pîştî deqeyek rêzgirtinê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Dayika Asya xêrhatina hemû welatiyên ku tevlî merasimê bûne kir. Endama Saziya Malbatên Şehîdan Rojda Başkale jî axivî û bal kişand ser nêzîkatî û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li hemberî Dayîka Uveyş û hemû dayikan. Rojda diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di kesayeta Dayika Uveyş de azadî diyarî hemû dayik û jinan kiriye.

Piştî axaftinê merasim bi dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

(zt)