Li Cizîrê Dayîkên Şemiyê vê heftê aqubeta Nezîr Acar pirsîn

13:26

JINHA

ŞİRNEX - Li Cizîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan di çalakiya hefteya 329'emîn de aqûbeta Nezîr Acar ê ku di sala 1992'an de ji hêla leşkeran ve hatî windakirin pirsîn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin di hefteya 329'emîn de dîsa li Kuçeya Hunerê ya Cizîrê civiyan. Nûnerên MEYA-DER, İHD, KURDİ-DER, Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret û gelek hemwelatî piştgirî dan çalakiyê. Dayikan wêneyên kesên ji hêla JİTEM'ê ve hatine windakirin û "Albûma Şehidan" li qadê vekirin. Di vê hefteyê de çiroka Nezir Acar ê di sala 1992'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatî windakirin hat vegotin. Salîh Acar çîroka birayê Nezîr Acar vegot û da zanîn ku birayê wî di sala 1992'an de ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin û piştre jî wan tu agahî negirtin û wiha got: "Birayê min Nezir ji bo mêvaniyê li Kerboranê li mala hevalê xwe bû. Wê şev leşkeran di ser malê de girt birayê min min û du hevalên wî binçavkirin. Leşkeran hevalên wî berdan lê ew bernedan. Ji wê roj heya niha me tu agahî ji birayê xwe negirt." Salîh, destnîşan kir ku ew dixwazin kesên birayê wî binçavkirî û winda kirine bên darizandin û wiha axivî: "Ew kesên birayê min binçav kirine di nava qeydên leşkeran de hene. Dewlet kiryaran nas dike lê wan vedişêre. Heta kesên birayê min windakirî neyên aşkere kirin em dê li qadan bin. Bila dewlet hestiyên birayên min bidin da ku em bizanibin gora wî li ku ye."

Nûnerê Komaleya Mafê Mirovan Abdulkerim Pusat jî destnîşan kir ku kujer eşkera ne lê dewlet wan nadarîzîne û wiha got: "Bi salane em li van qadan navê kujeran didin lê dewlet van kesan diparêze. Li Tirkiyeyê tenê peyva edelatê heye lê di pratikê de li ser navê edelatê tiştek nîne."

Piştî 5 çalakiya runiştinê çalakî bi dawî bû.

(ma/zt)