Li Qamişlo Navenda Jinan ya Zanist û Perwerdê hat vekirin

14:05

JINHA

QAMIŞLO - Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdeyê li Taxa Bişêriyê ya Qamişlo, hat vekirin. Di merasîma vekirinê de endama Koordînasyona rêxistina Yekîtiya Star Rûken zagros axivî û got: "Di aliyê fikir, siyaset û civakî ve ev navend dê bibe navenda pêşdebirina jinan."

Rêxistina Yekîtiya Star Navenda jinê ya Zanist û Perwerdeyê, li Taxa Bişêriyê ya bajarê Qamişlo bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de, bi dehan jinên Taxên Bişêriyê, Arbewiyê û Asûriyê, amade bûn. Merasîm bi rêzgirtinê hatin destpêkirin. Piştre jî Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Rûken Zagros axivî û diyar kir ku îro bi saya xwîna pakrewanan û berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê, ev navend tên vekirin. Rûken Zagros destnîşan Rêberê Gelê Kurd Abdullah mijara jinê kir yek ji mijarên sereke yên firkir û felsefeya xwe û wiha domand: ?Em vekirina vê navendê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,têkoşerên azadiyê û dayikên şehîdan, pîroz dikin.?
Rûken anî ziman ku divê hemû jin ji bo azadî û bidestxistina mafên xwe têbikoşe wiha pêde çû: ?Ev navend dê bibe navenda, pêşxistina jinan a ji aliyên fikrî, siyasî û civakî ve. Her wiha dê bi jinan re bibe alîkar ku hemû pirsgirêkên wan bên çareserkirin."

Piştî axaftinan jin bi tilîliyan ketin hindirê navendê.

(zt)