Li Qamişlo ji bo zarokan dibistana Arî hat vekirin

15:23

JINHA

QAMÎŞLO- Weqfa Jina Azad a Rojavayê Kurdistanê li taxa Kornîş a bajarê Qamîşlo ji bo zarokan dibistanek vekirin.

Li taxa Kornîş a bajarê Qamîşlo Weqfa Jina Azad a Rojavayê Kurdistanê ji bo fêrkirina zarokên temenê wan di navbera 3 heta 6 salî de dibistana Arî ya sêyemîn vikirin. Di merasîma vekirina dibistanê de Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Rojavayê Kurdistanê Axîn Amed, Mamosteya dibistana nû Sidar, Mala Jin a taxa Kornîş Nizam, Partiya Komînist Zega û Yeketiya Mamosteyan Xalis Misewer zarokên dibistanê û malbatên xwe amadebûn

Di merasîmê de Endama Weqfa Jina Azad a Rojavayê Kurdistanê Henaa Elî axivî û wiha got: ''Ev projeya dibistanên zarokan a sêyemîne ku li bajarê Qamîşlo ji aliyê Weqfa Jina Azad a Rojavayê Kurdistanê tê vekirin, armanca me ji vekirina dibistanan fêrkirina zarokan li ser çand û hûnera kurdî û fêrkirina zimanê kurdî ku ewqas sal ji bo zarokên me hat qedexekirin. Di dibistanê de wê zarok waneyên Kurdî, Erebî û Înglîzî ji aliyê mamosteyên pispor ve bê dayîne. Ji aliyekî din ve wane heftê ji roja yekşem heta roja pêncşemê û ji saat 8'an heta 12'an wê dewam bike.''

Piştî axaftinan dibistan ji aliyê zarokan ve hat vekirin.

(px/zt)