Ji bo rêvberê HDP'ê lêpirsîna 'Tilîliyên îdeolojîk'!
10:19
Handan Tufan / JINHA
İZMİR - Di derbarê Rêveberê Navçeya HDP'ê ya Karabaglar ê Zana Yaman de lêpirsîna "Tilîliyên îdeolojîk û lêdana erbanê" hat vekirin. Zana nerazîbûn nîşanî lêpirsînê da û got: "Dewlet ji tilîliyekê ditirse û weke sedema suc nîşan dide. Bi nêzbûna hilbijartinê re dixwazin ser ciwanan tundiyê bikin."
Bi îdiaya "Tilîliyên îdealojîk û lêdana erbanê" li Rêveberê Navçeya HDP'ê ya Karabaglar ê Zana Yaman lêpirsîn vekirine. Zana li gel parêzerê xwe çu Emniyet Muduriyeta Îzmîrê îfade da. Zana da zanîn ku di şahiyekê de Koma Siyaba ji ber "Di derbarê PKK'ê de duruşme bilind kirine, tilîlî kêşane û erbane lêdane" lêpirsîn li wan hatiye vekirin. Zana wiha axivî: "Carnan li kolanan ez rastî wê komê hatime. Dema ku min wana didît weke her kesê min jî li stiranên wan guhdarî dikir. Dema ku min guhdar dikir ne min tilîlî kişandiye û ne jî li erbanê xistiye. Ji xwe di dadgehê de jî wêneyek nîşanî min dan, ew wêne ez nebûm. Peyîweridaran jî ev ferq kirin."
'Dewlet ji tilîliyan ditirse'
Zana berteknîşanî hişmendiya ku tilîliyan weke suc dibînin da û wiha berdewam kir: "Çanda tilîliyan ne tenê di kurdan de heye. Di nava ereban de jî heye. Heger tilîlî suce wê demê divê ev çand bê qedexekirin. Dewletek mezin ji tilîliyekê ditirse, weke hincet dibîne û lêpirsînê vedike. Ev rewşek trajedî komîke. Van bi zanabûn dike. Dixwazin bi nêzbûna hilbijartinê re ser ciwanan tundiyê bikin."
(zt)