Li Dîlokê saziyên jin serlêdan bikin nîne!

10:20

JINHA

ANTEP - Yek ji navendên herî zêde şideta ser jinan lê tê jiyîn Dîloke, li gel wê jî di aliyê derunî, hiquqî û civakî de saziyên ku jin serlêdan bike bi qasî di asta neyînê de kêmin. Balkêşe di sîteya Walî de jî weke bi dehan saziyên jinan tên dîtin.

Dîlak ya ku weke bajarê pîşesaziyê tê zanîn yek ji navendên ku herî zêde şideta ser jinan lê zêdeye. Bajarê ku bi lez mezin dibe di aliyê derunî, hiquqî û civakî de ji bo alîkariya jinan di asta neyînê de saziyên peyîwendîdar kêmin. Di sîta Walî de jî weke hembûna gelek saziyên jinan balê dikişîne. Nûnera saziya KAMER Ferahnaz Bazo diyar kir ku ji bo ew xwe bigihînin jinan bi qasî tê xwestin saziyên sivîl yên civakî nîne û got: "Pirsgirêkên jinan ji demdirêj heya niha hene. Em hewildidin bi awayek wekhev pirsgirêkên jinan bigirin dest û hewilda çareseriyê didin."

Nûnerek din ya KAMER'ê Aynur Yildiran jî wiha axivî: "Pergala zayendî bi kevneşopiyên xwe yên çandî ziyanê dide jin û zarokan. Em hewildidin li gorî derfetên xwe ji bo jinan bibin alîkar."

(zt)