Cenazeyê Şervana YPJ'ê Delîla ber bi Rojava ve hat oxirkirin

12:13

JINHA

HEWLÊR - Şervana YPJ'ê Delîla Amed di şerê li Til Temirê berdewam dike de birîndar bû û li Hewlêr dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Delîla ber bi Rojava ve hat oxirkirin.

Li herêma Til Temerê ya Kantona Cizîrê ya Rojava Şervana YPJ'ê Delîla Amed di encama şerekê de birîndarbû û li Nexweşxana Rizgari ya Hewlêrê dihat dermankirin. Li gel hemû mudaxeleya Delîla nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Piştî karên otopsiyê ji aliyê sedan kesan ve cenazeyê Delîla ji nexweşxanê hat girtin û ber bi Rojava ve hat oxirkirin. Jinan cenazeyê Delîla Amed li ser milê xwe kirin û bê navber duruşmên weke "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna we li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Paşê jî cenazê Delîla bi konvoyek wesayîtan ber bi Rojava de hat şandin.

Konvoya cenaze ber bi Deriyê Sêmalka ve ket rê.

(za/zt)