Xiristiyanên Qamişlo li Kilîseya Safo cejna xwe pîroz kirin
15:29
JINHA
QAMIŞLO - Bi dehan suryani yên Taxa Xerbiya bajarê Qamişlo ji bo pîrozkirina cejna xiristiyaniyê di Kilîseya Safo de kom bûn.
Taxa Xerbi ya bajarê Qamişlo bi munesebeya cejna xiristiyaniyê hate xemilandin. Ji bo giringiya rojê li cem kilîseya Safo merasimek hate li dar xistin. Welatiyên siryanî bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî merasimê bûn. Kilîseya Safo bi wêne û pankertên ku ji bo cejnê hatine amadekirin hat xemilandin. Ji bo kêfxweşiya cejnê duruşmeyên "Em ji tevayî cîhanê re aşîtî û ewlehiyê hêvî dikin" qêriyan.
Bi munasebeya cejnê jina suryanî ya bi navê Nesrîn Îlyas axivî û wiha got: "Em weke gelê suryan dema ku vê rojê pîroz dikin, vê rojê li tevayî gelan jî em pîroz dikin. Ji tevayî mirovan re em aşîtî hêvî dikin. Pîroz kirina me ji vê rojê re serbilindahiyeke mezine. Ji ber ku em gelê suryan jî xwedî dîrok û çandeke kevin yê vî welatî ne. Çêbûna H.Z Îsa ji bo me tê wetaya şînbûyîna hezkirin, exlaq di nava dilê mirovan de."
Artêşa Sotor jî li pêşiya deriyê kilîseyê sekinîn û ev roj pîroz kirin. Her weha artêşê soza xwe ya parastina rojava li dijî êrîşên çeteyên DAİŞ'ê nû kirin. Artêşa Sotor ji xizmên kesên ku di refên parastina YPG û YPJ de jî jiyana xwe ji dest dane ser saxî xwestin.
(ra/zt)