KJA yê li hemberî provakasyonan banga hestiyariyê li gel kir
15:54
JINHA
AMED - KJA'yê diyar kir ku artêşa Tirk li Çiyayê Tendurekê provaya komkujiyeke nû kiriye û bang li hikûmeta AKP'ê kir ku tavilê dest ji polîtîkayên qirêj berde û got: "Em bang li hikûmeta AKP'ê jî dikin ku tavilê dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde. Naxwe ji hemû bûyerên provokatîf ên ji niha û pê ve biqewimin, wê hikûmeta AKP'ê berpirsyar be. Em bang li gelê xwe dikin ku li hember provakasyonên bi vî rengî nerazîbûnên xwe yên demokratîk xurt nîşanbindin."
Koordînasyona KJA'yê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî operasyona artêşa Tirk a li Çiyayê Tendurekê da. KJA'yê got, "Li quntarên Çiyayê Tendurek ê Agiriyê, hikûmeta AKP'ê bi bikaranîna artêşê re xwestiye li hemberî gelê dar diçand provaya komkujiyeke nû bike. Aşkera ye ku amadekariyên vê yekê ji berê ve hatiye kirin û planek ji bo sabotekirina pêvajoya hilbijartinê û pêvajoya çareseriyê ye. Bi bûyera dawî ya provokatîf re derketiye holê ku civandina leşkeran li herêmê, bicihkirina bi hezaran leşker û tîmên taybet li qada bejahî, parçeyek ji vê planê ye. Gelê me yê bi vê rewşê hesiya, ji bo pêşî li vê provokasyonê bigire, bi çalakiya mertalên zindî re xwest, pêşî li vê bigire. Lê belê tevî hemû hewldanên bi niyeta baş ên ji bo selameta agirbestê, leşkeran gule li ser gel reşandine. Di encama vê êrîşê de Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê Cezmî Bûdak jiyana xwe ji dest daye, nûnerê MEYA-DER'ê Cenap Îlboga birîndar bûye. Hêzên gerîla yên dîtine êrîş li hemberî gel tê kirin, ji bo pêşî li êrîşa li hemberî sivîlan bigirin, ketine rewşa parastinê. Yek ji gerîlayên ketiye rewşa parastinê jiyana xwe ji dest daye. Em ji malbatên yên jiyana xwe ji dest dane û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û ji welatiyên birîndar re jî şîfa xêrê dixwazin."
'Ji provakasyonan hikumeta AKP'ê berprise'
KJA'yê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev operasyonên ji bo tinekirina gerîlayên di rewşa agirbestê de ne, ji bo sabotekirina pêvajoya aştiyê ne û destnîşan kir ku li hemberî gelê Kurd polîtîkaya înkar û tinekirinê careke din di dewrê de ye. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî provokasyonên bi vî rengî nerazîbûnên xwe yên demokratîk bi xurtî nîşan bide, dema ev kir jî haya xwe ji provokasyonan hebe û ji bo têkoşîna me ya azadiyê xwe bigihêjîne aştiyê têkoşîna demokratîk bilind bike. Em bang li hikûmeta AKP'ê jî dikin ku tavilê dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde. Naxwe ji hemû bûyerên provokatîf ên ji niha û pê ve biqewimin, wê hikûmeta AKP'ê berpirsyar be."
(zt)