Ji bo karkerên demsalê avakirina derfetên kar
09:37
JINHA
ANTALYA - Ji bo karkerên demsalê li cihên dijîn derfetên kar bê avakirin Komela Hilberîna alternatîf û Îstihdamê hat avakirin. Şêwirmenda Muhendiziya Ziraatê û Proje ya KOBÎ yê Serap Erkuş diyar kir ku armanca wan ewe ku hemû karkerên demsalê û muhendizên ziraatê dibin banekê de bicivin.
Ji bo Muhendizên Ziraatê li cihekê bimînin û karkerên demsalê jî bikarin li cihên dijîn karê xwe bikin Komela Hilberîna Alternatîf û Îstihdamê hat avakirin. êwirmenda Muhendiziya Ziraatê û Proje ya KOBÎ yê Serap Erkuş da zanîn ku komele dibiniya rêveberiya Muhendiza Ziraatê Gulbahar Ormek de hat avakirin.
'Me li hember zoriyên herêmên kar komela xwe avakir'
Serap anî ziman ku hewildanên wan ji bo karkerên demsalê bikarin li deverên dijîn derfetên karkirinê bidestbixin û wiha domand: "Li herêmê pirsgirêka herî mezin ya karkerên demsalê dijîne. Berî niha bi mehan dema ku min li Antalyayê muhendiziya ziraatê dikir min dît ku karkerên demsalê di nava şert û mercên çiqas dijwar de dijîn. Yên di xebitin bi mehan ji malbatên xwe dur dijîn."
(zt)