Li Wanê komisyona 'tekoşîna li hember şidetê' hat avakirin
09:38
Şehriban Aslan / JINHA
WAN - Ji aliyê têkela KJA yê ya Wanê ve di derbarê şideta ser jinan de di çarçoveya kampanyayê de bi duruşma "Jin jiyanê rêxistin dike, civaka ehlaqî û polîtîk avadike" û "Deng bidin jiyana xwe" li her navçeyekê koordinasyonek ji 5 kesan avakirine. Girêdayî armancê navakirina komisyonan Civaknas Ruya Kanat diyar kir ku ji bo pirsgirêk li cihên wan zêdetir bi rêbazên çareseriyê ser bê serkinandin wan pêdivî bi rêbazek xebatê ya hiwa dîtine.
Ji aliyê Têkela Kongara Jinên Azad (KJA) ya Wanê li hember şideta ser jinan di 1'ê nîsanê de dest bi kampanyeya bi duruşmên weke "Jin jiyanê rêxistin dike, jiyana ehlaqî û polîtîk avadike" û "Deng bidin jiyana xwe" dan despêkirin. Di çarçova kampanyayê de li hemû navçeyan koordinsyonek ji 5 kesan pêktê avakirine. Jinên di komisyonê de cîh digirin di derbarê zêdebûna cînayetên jinan di van demên dawiyê de yên bi navê "întiharê" tên kirin du roj perwerde dan. Di derbarê kampanyeya ev du heftene berdewam dike de Civaknasa Navenda Jiyana Jinan ya Rojîn Ruya kanat axivî û da zanîn ku despêkê ew li navçeyan geriyane û ji bo pêşengîkirina jinên herêmê komisyonek ji 5 kesan avakirine.
'Li gelek navçeyên Wanê navendên şêwirmendiya jinan nîne'
Ruya anî ziman ku hîna li gelek navçeyên Wanê navendên şêwirmendiyên jinan nîne û wiha domand: "Ji ber nebûna şêwirmendiya navendên jinan yên navçeyan, pirsgirêkên jinan tên navendê, dema ku tên navendê jî ji ber pir dikevin ser hev êdî di çareseriyê de zor dibe. Aliyek dinê yê erêniyê jinên di komisyonan de cîh digirin jî ji ber bi xwe ji heman cihîne, di aliyê çandî û pirsgirêkên heyîde zêdetir ji nêz ve dinasin. Ev jî ji bo em pirsgirêkan li cihên wan çareser bikin ji bo me dibe alîkar."
(zt)