Jinên Kobanê 'Muzeya Berxwedanê' nirxandin
09:58
Bêrîtan Elyakut/JINHA
KOBANÊ - Jinên Konabê yên 'Muzeya Berxwedanê' nirxandin diyar kirin ku divê berxwedana YPJ/YPG'ê bê gihandina pêşerojê û wiha gotin: "Hovîtiyek mezin ser me dan jiyandin û her der talan kirin. Ji bo parastina me hêzên YPG/YPJ'ê gelek şehîd dan. Li her kolanek yê Kobanê çîrokên berxwedanê hene. Ji bo Kobanê bibe muze emê gelê Kobanê dest bidin hev."
Li gundên Kobanê operasona paqijiyê berdewam dike, hindirê bajêr jî ji parçeyên bombe, hewan û cesedên DAIŞ'ê tê paqij kirin. Ji bo pêvajoya ji nû ve avakirinê jî gel bi hêviyek mezin li benda encamên konferansa dê di 2-3 yê gulanê de li Amedê bê li darxistinin. Jinên Kobanê Muzeya Berxwedanê nirxandin. Ji jinên Kobanê Fereh Mihemmed da zanîn ku divê cihên hatine hilbijartin veguherin muzeyê û wiha got: "Divê deverên hatine hilbijartin bibin muze. Ji ber ew herêm dê weke dîrok bên guhastina pêşerojê. 3 herêmên hatine hilbijartin gelek şehîdên me lê çêbûne ji ber wê jî divê em li tekoşîna wan xwedî derkevin."
'Yên tên Kobanê dibin şahidê hovîtiya hatî kirin'
Fereh anî ziman ku Kobanê kirina Muzeya Berxwedanê wê hestiyar dike, ji bo dema zarokên wê mezin bûn jî di ferqa hivitiya li Kobanê hatî jiyan kirin debin û wiha domand: "Dema ku zarokên me mezin bûn tiştên li Kobanê hatin jiyankirin divê bibînin û li gora wê teşe bidin jiyana xwe. Heger em li heman cihî cardin avahiyan çêkin dê despêkê ji bo şehîdên me û paşê jî ji bo me bi xwe bêrêzîyek bibe. Ji bo dema yek ji derve hat bi çavên xwe şahidiya hovîtiya li Kobanê hatî kirin bibîne, divê ji bo kirina muze em hemû hem fikir bin."
'Dê Muzeya Berxwedanê her dem zindî bimîne'
Dicle Îsmet jî Muzeya Berxwedanê nirxand û wiha axivî: "Hovîtiyek mezin ser me dan kirin û her der talan kirin. Ji bo parastina me hêzên YPG/YPJ'ê gelek şehîd dan. Li her kolanek yê Kobanê çîrokên berxwedanê hene. Ji bo Kobanê bibe muze emê gelê Kobanê dest bidin hev."
'Divê welatiyên muzeyê naxwazin bên îqnakirin'
Cemile Êsaf jî bilêv kir ku divê welatiyên muzeyê naxwazin bên îqnakirin û wiha berdewam kir: "Li vêderê her kesê li gorî derfetên xwe mala xwe çêkiribûn. Divê herêmên ji bo muzeyê hatîn hilbijartin bi awayê welatiyan mexdur nekin bibin muze. Divê ji bo avakirina muzeyê nêrînên gel bê girtin, ji ber bêyî nêrîna welatiyên li wê jiyane bê girtin wan deveran bikin muze dê baş nebe."
'Li deverên xwîna şehîdan lê hatiye rijandin avakirina jiyanê zore'
Fadile Mihemmed jî got: "Li deverên ku xwîna şehîdan rijiyaye ser avakirina jiyanê zore." Fadile destnîşan kir ku di nava her deverek xirabe de bîranînek ya YPG û YPJ yiyan heye û wiha dom kir: "Di nava wan xirabeyan de tiştên girêdayî şehîdên me hene, em rabin wan xirabeyan ji nû ve avabikin ji bo me gelek zor dibe. Ji ber wê jî divê deverên herî zêde şer lê giran hatî jiyan kirin û berxwedanên mezin lê hatîn jiyandin bibin muze."
'Ez dixwazim di mala ku min bi salan ked dayî de bijîm'
Nebihe Hemdi jî derbirî ku mala wê li herêma ji bo muzeyê hatî diyar kirin deye û wiha axivî: "Heger wê derê bibe muze ezê li ku bijîm. Her der talan bûye û em di nava xirabeyan de hewil didin bijîn. Xwîna şehîdan hat rijandin û Kobanê azadbû. Lê ez li hember wême dema ku nêrînên me negirin hema herêmên ji bo muzeyê hilbijêrin. Ji ber deverek yê em lê bijîn nîne û emê li kolanan bimînin. Ez dixwazim di mala xwe ya ku min bi salan bi keda destê xwe çêkirî de bijîm, ji ber wê ez naxwazim muze çêbibe."
(zt)