Li Çinarê Navenda Jinan hat avakirin
13:21
JINHA
AMED - Jinên Çinarê di encama xebata xwe ya 7 mehan de du navend vekirin.
Di xebata avakirina meclisên jinan de li navçeya Çinarê ya Amedê du meclisên jinan hatin avakirin. Di encama xebatên têkela KJA yê ya avakirina meclisên jinan de li gundê Merpolat û taxa nû ya Çinarê du navendên jinan hatin vekirin. Di encama xebatên 7 mehan de di civîna li avahiya DBP'ê ya Taxa Nû ya Çinarê de avakirina Navenda Jinan hat îlankirin. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de endamên Navenda Jinên Şaredariya Şinarê, Hevşaredara Çinarê Hyat Akyol, endamên Meclisa Jinên DBP'ê jî di navê de gelek jin amadebûn. Di civînê de despêkê Hevşaredara navçeyê Hayat Akyol axivî û diyar kir ku xebatek jin di navê de cîh negire ji demokrasiyê bê par dimîne û got: "Divê di hemû qadên jiyanê de jin bi rêxistin bibin, bibin vîn û hebûna xwe nîşan bidin. Divê ev saziya ku îro avadibe tenê ser milê xebatkarên wê neçe, di heman demê de hemû jinên navçeyê ji bo beşdariya xebatan xwe berpirs bibînin û tevlî nava xebatên saziyê bibin. Di dawiya civînê de bi hilbijartina delegeyan 7 kes ji bo meclisê hatin hilbijartin.
Meclisa jinan ya dinê jî li gundê Merpolat hat avakirin. Bi tevlîbûna têkela KJA yê civîna avakirina navenda jinan hat çêkirin û di civînê de ji bo meclisê rêveberiyek ji 7 kesan hat hilbijartin.
(zt)