Dayîkên Aştiyê bi boneya 'Rojbûna Pîroz' mewlûd dan
15:28
JINHA
AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê ji bo 'Rojbûna Piroz' li avahiya xwe mewlûd da.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê bi boneya 'Hefteya Rojbûna Pîroz' li avahiya komeleya xwe mewlûd da. Mewlûd bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Ji Endamên Meclîsa Dayikên Aştî Hava Kiran axivî û diyar kir ku mewlûdê ji bo Hefteya Rojbûna Pîroz didin. Hava ani ziman ku Dewleta Tirkiyê li Agiriyê provekasyonek leşkerî pêk anîn û wiha got: "Di pevajoya hilbijartinê de ev provekasyonêk e û em wê şermezar dikin. Bila hikûmet dest ji van polîtikayên qirêj berbide. Dewleta Tirkiyê li ser gelê Kurd qetliaman pêk tinê.”
(zt)