Li gel astengiya polîsan jî jinan gotin: 'Deng bidin jiyana xwe'
16:33
JINHA
WAN - Têkela KJA'yê ya Wanê di çarçoveya kampanyaya bi dirûşmeya "Jin jiyanê radiçîne, civaka exlaqî û polîtîk avadike" meş li dar xistin. Li gel astengiya polîsan jî jin meşiyan û banga "Deng bidin jiyana xwe" kirin.
Têkela Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Wanê di çarçoveya kampanyaya bi dirûşmeyên "Deng bidin jiyana xwe" û "Jin jiyanê radiçîne, civaka exlaqî û polîtîk înşa dike" a bi armanca li hemberî şîdeta jinê rawestin di 1'ê nîsanê de dan destpêkirin ji Parqa Feqiyê Teyran heya Parqa Jinê meşiyan. Hevserokên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan, hevşaredarên bajarê mezin û navçeyan, xebatên Navenda Jiyana Jinê ya Rojîn, namzetên HDP'ê yên Wanê û gelek jin û zilam tevlî meşê bûn. Di meşê de jinan gelek dowîz û pankartên têkildarî mijarê de hilgirtin û wêneyên 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, Kader Ortakaya, Sîbel Bulut, Arîn Mîrkan û Ozgecan Aslan hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Jin jiyane, jiyanê nekuje" hatin berzkirin. Piştî demek meşê berdewam kir li Kolana Cumhuriyetê polîsên hêzên çewîk meş asteng kir. Li ser vê yêkê jin demek dirêj bi polîsan re nîqaş kirin. Piştî hevdîtinan jinan helwesta polîsan bi tîlîlî û dirûşmeyan şermezar kir. Pişt re jinan ber bi Parqa Jinan ve meşa xwe berdewam kir. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.
Civaknasa Navenda Jiyana Jinan Alev Çelîk daxuyanî xwend û diyar kir ku pergal ji bo jinê tune bike di nava hewildanan de ye û wiha got: "Yekemin car li ser têkoşîna jinê hişmendiya hêz şikandinê pêk hat û nirxên mirovahiyê ber bi tunekirinê ve birin." Alev anî ziman ku Rosa Luxemburg, Clara Zetkîn û Xwîşkên Mîrabel ji cîhanê re heqîqat dan qezenckirin û ji Kurdistanê re jî Berîtan, Zîlan, Sakîne, Leyla, Fîdan û Arînan ev yêk pêk hat. Alev da zanîn ku di 1'ê nîsanê de kampanyaya bi dirûşmeya "Deng bidin jiyana xwe" dan destpêkirin û wiha pê de çû: "Pergala em dixwazin bi dirûşmeye deng bide jiyanê ji bo înşaya civaka polîtîk û exlaqî ye. Em dê di çarçoveya vê kampanyayê de têkoşîna xwe bilind bikin."
(zt)