Li Qamişlo navenda rewşenbîran hat vekirin
17:45
JINHA
QAMIŞLO - Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê yekem navenda xwe li bajarê Qamişlo vekirin.
Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi merasîmekê li bajarê Qamişlo yekemîn navenda xwe avakirin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de Wezîra Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid jî di navê de gelek endamên dam û dezgahên civakî beşdar bûn. Di merasîmê de Bêrîvan Xalid axivî û diyar kir ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de erka herî mezin li ser milên rewşenbîran dikeve û wiha got: “Divê rewşenbîr hemû destkeftiyên şoreşa Rojava binivîsin û efsaneyên dîrokî ku bi xwîna şehîdan pêk hatine, qeyd bikin. Her wiha kevneşopî û çanda kurdan jî binivîsin û belav bikin.”
Merasîm bi belavkirina şîrîniya ji bo vekirina navendê hatî amadekirin bi dawî bû.
(zt)