Li gel bê derfetiyan jî dibistan ji perwerdê re amade dibe
09:35
Bêrîtan Elyakut/JINHA
KOBANÊ - Piştî şerê Kobanê ji bo cardin perwerde têkeve jiyanê û zarok bê perwerde nemînin mamostayan lez dan xebatên xwe. Ji mamostayan Ruken Ahmed diyar kir ku 3 dibistan li ber qedandinê ne û dibistanek jî hîna avakirina wê berdewam dike. Ruken anî ziman ku gelek kêmaniyên wan yên weke pirtûkên zimanê kurdî, çîrok, gramer, ferheng, pênûs, lênûs û dibistan hene.
Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gelek dibistan hatine rewşa ku êdî neyên xebitandin. Mamosta li gorî derfetên xwe hewildinin ji nû ve dibistanan avabikin. Mamostayan di hindirê konteyniran de refên xwendekaran avakirine û ji bo avakirina dibistanan jî lez dane xebatên xwe. Heya niha li Kobanê 3 dibistan amadebûne, ji bo yên dinê jî xebat berdewam dikin. Ji Mamostayan Ruken Ahmet girêdayî xebatên avakirina dibistanan wiha axivî: "Li gorî derfetên xwe em hewil didin dibistanan ji nû ve avabikin. Em qeyîdên dibistanan çêdikin û emê dest bi waneyan bikin."
Navê yên li kobanê jiyana xwe ji dest dane li dibistanan tên kirin
Ruken bilêv kir ku heya niha wan 3 dibistan qedandine û wiha domand: "Heya niha me 3 dibistan vekirine. Me navê hevalên xwe yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane li dibistanan kirine. Navê dibistanan wihane Şehît Osman, Şehît Berfin û me navê dibistana Miştenûrê wiha hêla."
Perwerde li konteyniran tê dayîn
Ruken destnîşan kir ku hijmara xwendekarên li her 3 ê dibistanan 700 in û wiha berdewam kir: "Niha me hewil didin xebatên xwe yên dibistanan li nava konteyneran berdewam bikin. Em dibistanên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine wêrankirin ji nû ve avadikin. Li hemberî hilweşandinên çeteyên DAIŞ'ê ya dikeve ser milê me em waneyên xwe yên derbarê perwrede û wateya jiyanê de berdewam bikin."
'Di malzemeyên dibistanê de kêmanî pir hene'
Ruken balkişand ser peyîwendiyên nava xwendekar û mamostayan û wiha dom kir: "Em hewil didin bi materyalên kurdiyên di destê me de heyî waneyan bidin. Li gorî derfetên xwe me bernama waneyan çêkiriye û emê berdewam bikin."
Ruken bilêv kir ku bi saya hevalên wan yên berxwedan kirine û jiyana xwe ji dest dane ew hatine van rojan û got: "Ji bo xwedî derketina li keda şehîdên xwe em îro bi kurdî wane didin. Emê şerê zimanê xwe yê dayîkê bidin. Emê di destekê de pênûs û di destê dinê de çek bigirin. Li zimanê xwe xwedîderketin jî şereke, emê pênûsa xwe weke çekê bixebitînin û zimanê xwe bi parêzin."
Di dawiyê de Ruken anî ziman ku piraniya yên serî li dibistanê didin jin û zarokên keçin.
(zt)