Berivan Şahin: Her intihar cinayeteke

09:36

Sarya Gözüoğlu / JINHA

AMED - Derunasa Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Ekin Ceren ê Bêrîvan Şahîn diyar kir ku bi navê 'intiharê' li Tirkiyê hemû mirinên jinan cînayetin û got: "Ji ber herî bi lez jin bi rasitiyê re ru bi ru dibin."

Derunasa Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Ekin Ceren ê Bêrîvan Şahîn girêdayî qetilkirinên jinan yên bi navê intiharê nirxandin kir û da zanîn ku her intihar di heman demê de cînayeteke û wiha domand: "Ev ne pêvajoyak ya jin hindirê xwe de jiyan dikiye, bandorên derve zêdetir dibin sedem. Heger bandorên derve yên dibin sedema intiharên jinan bên rakirin dê jin serî li rêbazek wiha nede û ti sedemê jin ji ber întihar bike namîne."

Bêrîvan anî ziman ku li Tirkiyê jin di nava jiyanek gelek zor de dijîn û wiha berdewam kir: "Jin hem divê keçek baş be, hem hevjînek baş be, û hem jî zarokan çêke. Ev berpirsyarî yek tenê jî ji mêran nahê hêvî kirin."

'Întihar ne tercîheke'

Bêrîvan destnşan kir ku intihar piranî bi zorî û tundiyê çêdibin û wiha dom kir: "Jin hem ji aliyê pergalê û hem jî girtîbûna dînî ve tên perçiqandin. Întiharê weke xilasiyê dibîne ji ber bi travmayên giran dijî. Malbat jî di întiharê de rol digire. Heta mirovek serî li întiharê bide diyar ku di şertên gelek zor re derbas bûye."

(zt)