Komîn bi civînan tê pênasekir

11:15

JINHA

QAMÎŞLO - Yeketiya star ji bo şîrovekirina girîngiya komînan ji bo jinan civînek lidarxistin.

Li Navenda Yeketiya Star a taxa Qidûrbek a bajarê Qamîşlo bi amedebûna bi dehan jinan civînek ji bo şîrovekirina giringiya komînan hat lidarxistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre civîna bi axaftina Sîlva Efrîn Rêvebera Yeketiya Star a Qada Qidûrbek destpê kir, Sîlva di axaftina xwe de bal kişand ser komînên jinan, girîngiya avakirina komînan û çawaniya xwebirêvebirina di nava komînan de. Endama Yeketiya Star Henîfa Mihemed jî di civînê de axivî û hevpeymana komîn xwand û bi berferehî şîrovekir.

Di dawiya civînê de jinan kêfxweşî û amedekariya xwe ji bo avakirina komînan anîn ziman.

(re-px)